• Dewleta Tirk bombebarandina gund û çiyayên Kurdistanê doh li Heftanîn û û Batufayê dewam kir. Lê berxwedana gerîlayan derbê li wê dixe û ew jî kuştiyên xwe vedişêre yan jî dixe miriyên qezayan.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, Yekşemê bi şev bombe li herêma Batûfa ya Başûrê Kurdistanê barandin. Doh jî wê gundê Ewlehe yê li Heftanînê bombebaran kir. Wekî din li hemberî berxwedana gerîlayan hewldanên wê yên ku kuştî û birîndarên xwe veşêre jî dewam dikin. Dewleta Tirk îdîa kir li Geverê ji ber qulibîna maşîeneke wê ya eskerî, du tîmên wê yên taybet mirine, lê îhtîmala kuştina wan bi çalakiyên sabotajê yên gerîlayan jî di şer de ji qezayê gelekî bêhtir e.
Li aliyê din dewleta Tirk şewitandina xweza û daristanên Kurdistanê jî dewam dike. Artêşa Tirk doh agir berda çiyayê Cûdî.
Çavkaniyên cihî yên li Zaxoyê ragihandin ku dewleta Tirk ku li ser erdê li hemberî gerîla nikare bi pêş keve, çiyayekî li devera Batufanê bi balefirên şer bombebaran kiriye. Van çavkaniyan da zanîn ku xisar li erd û milkên gundiyên Bankê û Xîzafa bûye. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh nehatin wergirtin û HPG´ê jî kêliya nûçeya me dihat amadekirin, hîna daxuyanî nedabû.
Dewleta Tirk bi balefirên şer doh jî li Heftanînê gundê Ewlehê bombebaran kir. Dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna êrişê û tevgera balefirên şer ên dewleta Tirk li deverê dewam dikir.

Mirin yan hatin kuştin

Kuştiyên dewleta Tirk ji ber berxwedana gerîlayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk gelek çê dibin. Hîna nû Gerîla TV’yê doh dîmenê çalakiyeke gerîlayan weşand ku tê de 9 ekserên Tirk 5´ê Tebaxê li navbera Tepê Dûpişk û Girê Şehîd Bêrîvan ên li Heftanînê hatibûn kuştin. Lê dewleta Tirk van kuştiyên xwe vedişêre. Carinan hinan eşkere dike, lê gava kuştiyên wê gelek bin, êdî çalakiyên gerîlayan, yan jî şer bi nav nake û hicetên nû çêdike. Doh ragihandina dewleta Tirk îdîa kir ku li Navçeya Colemêrgê Geverê, maşîna zirxî ya polîsên tîmên taybet qulipiye û 2 polîsên tîmên taybet di qezayê de mirine. 
Gava em bînin bîra xwe ku HPG´ê pêr dabû xuyakirin ku di çalakiyên gerîlayan ên li Heftanîn û Botanê de 34 eskerên tirk hatine kuştin, em dikarin bi rehetî îdîaya dewleta Tirk bixin ber gumanan.

Agir berda çiyê

Artêşa Tirk a dagirker ne tenê li dijî gerîlayên Kurdistanê û miletê Kurd şer dike, ew li dijî xweza, çiya û daristanên Kurdistanê jî şer dike. Wê doh li Şirnexê, li Çiyayê Cûdî agir berda daristanê. Eskerên Tirk Girê Mila Tikerê top baran kir û bi vî rengê agir bi daristanê xist. Şewat li devera daristanî ya li herêma baregeha eskerî ya Tirk belav bû. Eskerên Tirk beriya bi çend rojan jî li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê xistibû û bi hezaran dar şewitandibûn.
Agirê ku eskerên Tirk beriya bi 5 rojan bi Çiyayê Gabarê xistî jî. Pêr bi şev bi hewldana gundiyan hat vemirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN