- Piştî zextên li ser Malbata Barzanî û berpirsên PDK’ê îro rê hate vekirin ku 70 malbat vegerin Şengalê. Bi sedan malbatên din jî xwe kar dikin ku rojên bê vegerin ser cih û warê xwe.
Ji 11 Hezar malbatên ku navê xwe qeyd kirine û hemû belgeyên xwe temam kirine, îro ji 70 malbatên Şengalî re rê hate vekirin ku vegerin ser cih û warên xwe. Bi sedan malbat jî amadekariyên xwe dikin ku di rojên pêş de vegerin.
Malbatên ku wê îro vegerin Şengalê, ji tevahiya Kampên Başûr tên. Piranî jî ji kampa Mam Reşan û Êsiya yên girêdayî Duhokê tên.
Wezareta Koç û Koçberan biryar daye ku heya 30’ê Tîrmehê deriyê tevahî kampên li Başûrê Kurdistanê bên girtin û hemû koçber vegerin ser cih û warên xwe.
Wezareta Perwerdê ya Iraqê jî ragihandibû ku wê ji îsal û şûn de êdî dibistan li kampan neyên vekirin û wê hemû saziyên xwe yên girêdayî perwerdeyê ji kampan vekişîne.
Li gorî agahiyên ku ji kampan hatine wergirtin, bi sedan malbatên din xwe amade dikin ku di rojên pêşiya me de vegerin Şengalê. ANF