Şengalî berhemên Ocalan dixwînin

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:52

  • Bi çarçoweya Pêngava, ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’’ li Şengalê bi dirûşma ‘’Rêber Apo li Şengalê ye’’ xwendina berhemên Rêber Ocalan dest pê kir. Di nîqaşên xewendinê de hate diyarkirin Êzîdî wê li bara tecrîda li ser Ocalan bêdeng neminin.

Sazî û rêxistinên bi ser Rêveberiya Xweser a Şengalê ve bi dirûşmeya, “Rêber Apo li Şengalê ye” dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Xwendin wê hefteyekê dewam bike û her car wê li navçeyeke Şengalê li meclîseke gel wê were xwendin. Roja yekê ya çalakiya xwendina pirtûkan li meclîsa giştî ya Xanesorê ya girêdayî Şengalê destpê kir.
Piştî xwendina perspektîfên Rêber Abdulah Ocalan nîqaş hatin meşandin. Di nîqaşan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat bibîr xistin û soz hat dayîn ku heya şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê civaka Êzidî bêdeng nemîne. ANF/ŞENGAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.