• Qasim Ilyas piştî 7 salan vegeriya Şengalê. ew niha li gundê Digûriyê mala xwe ava dike û dibêje, "Ez niha li Digûrê me û rewşa vir jî aram e. Nîvê şevê jî be, dikarim li tevahiya Şengalê bigerim û ti carî biqasî niha Şengal aram nebûye."

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Qasim Îlyas ji Komelgeha Digûrê ye. Ew beriya bi du mehan vegeriyaye Şengalê. Ew dibêje, êdî wan tirsa balafir û êrişan ji ser xwe avêtiye: “Em ne ji balafirên Erdogan ne jî ji ti kesî natirsin û Şengala xwe ji wan re vala nakin. Li Şengalê nan jî nebe, ji welatê xelkê xweştir e. Em ê Şengalê ji wan re vala nekin.”

Ji ber fermana 74’an sala 2014’an bi hezaran Êzîdî li deverên din Başûrê Kurdistanê û derveyî welat bûn penaber. Lê piştî rizgarkirina Şengalê û li ser banga mezinên Êzîdiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê, welatiyên Êzîdî yên li kampên Başûrê Kurdistanê, vedigerin Şengalê. Qasim Îlyas ji komelgeha Digûrê ya Şengalê ye. Ew tevî endamên malbata xwe hemûyan beriya bi du mehan vegeriya mala xwe. Gelek malbatên weke ya Qasim Îlyas hene ku van demên dawiyê vegeriyane Şengalê.

Şengal hê evqasî aram nebûbû

Endamên malbatê li aliyekî mala xwe ji nûve ava dikin, li aliyê din di nava hêzên parastina Şengalê û xebatên xizmetgûzariyê de jî bi awayekî çalak cih digirin. Qasim Îlyas piştî 7 salên koçberiyê, tevî êriş, astengî û gefên li dijî Şengalê, bi vegera mala xwe gelekî kêfxweş e. Ew dibêje; “Mirov li kuderê bijî, heger ne axa mirov be, mirov lê rehet nake, ti cih weke axa me nîne. Ez niha li Digûrê me û rewşa vir jî aram e. Nîvê şevê jî be, dikarim li tevahiya Şengalê bigerim û ti carî biqasî niha Şengal aram nebûye.”

Mala xwe ava dike

Qasim Îlyas li ser gef û êrişên dewleta Tirk jî dibêje, “Em ji Erdogan natirsin. Çiqas êriş bike jî, em ê axa xwe neterikînin û em ê çiyayê xwe ji ti kesî re nehêlin. Ti carî Çiyayê Şengalê ne hatiye teslîmkirin. Kevir û darên wî jî bi xîret in.”

Qasim Îlyas diyar dike ku wan weke civaka Êzîdî êdî tirs li pey xwe hiştiye û dibêje, “Heger li vir nan jî nebe em bixwin, ji welatên xelkê baştir e. Me tirs ji ser xwe avêtiye, hewce nake em xwe ne ji balafirên Erdogan û ne ji ti kesî din bitirsînin. Hêza me li Çiyayê Şengalê heye û em ê ji ti kesî re vala nekin.”

Qasim Îlyas niha mala xwe ava dike, û gava îsreheta xwe dike jî li ser Şengalê xem û kêfxweşiya bi stranan li ber tembûrê dibêje.