Rêveberê Peywendiyên li Rêveberiya Deriyê Sêmalka Baz Ehmed diyar kir ku ji ber sedema nûjenkirina sîstema elektronîkî Deriyê Sêmalka hate girtin û diyar nîne wê kengê were vekirin.

Rêveberiya Sêmalka der barê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû: “Rêveberiya Pêşxabûr a Başûrê Kurdistanê biryar da ku derî li rêwiyan ji 4ʼê Sibatê ve heta demeke ne diyar bigire.”

Ehmed li ser mijarê got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya berpirsên Deriyê Sînor 4ʼê mehê ji me re ragihand ku ji bo çend rojan derî tê girtin. Ji derveyî tevgera bazirganî qet rê nadin ti hatinûçûnek din a di navbera Başûr û Rojava de.”

Iraq deriyên ne fermî digire

Serokê Desteya Deriyên Sînor ên Iraqê Omer Ednan Waîlî diyar kir ku wê deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê kontrol bikin û yên ne fermî bigirin.
Waîlî ji Rojnameya Sebah re ragihand ku Cîgirê Farmandarê Operasyonên Hevbeş li gel Şandeya Herêma Kurdistanê ya Wezîrê Hundir ê Herêma Kurdistanê serokatiya wê dike, li ser girtina deriyên sînor ên nefermî guftûgo kiriye.

Waîlî eşkere kir ku wê piştî karûbarên yasayî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê kontrol bikin û deriyên sînor ên nefermî werin girtin. Waîlî da zanîn ku hatina 7 mehên sala 2020’an ji deriyên sînor -tevî vîrûsa koronyê jî 194 milyar dînar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN