HPG'ê 6 gerîlayên li Botanê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya têkoşînê ya hevrêyên xwe derkevin û bi azadiya Kurdistanê û Rêbertî wê armancên şehîdên Tehtê Reş pêk bînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têklidarî gerîlayên ku par li herêma Kato Jîrka şehîd bûn daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:"Di 24'ê Îlona 2020'î de li qada Tehtê Reş a herêma Kato Jîrkayê, artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Alî Riza Golcer bi nasnav Botan Gabar ê li Wanê ji dayik bûyî, Gulê Esed bi nasnav Zîlan Roj a li Amûdê ji dayik bûyî, Vûrkan Yildiz bi nasnav Botan Goyî ya li Şirnexê ji dayik bûyî, Ahmet Gok bi nasnav Rizgar Colemêrg ê li Colemêrgê ji dayik bûyî, Kadîr Ertûnç bi nasnav Serhildan Egîd ê li Colemêrgê ji dayik bûyî û Nûrgul Dûran bi nasnav Yildiz Gelhat a li Mêrdînê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Her şeş hevrêyên me ku her yek ji wan li herêmeke cuda ya Kurdistanê ye, li dora îdeolojiya Rêber Apo civiyan û li dijî dijminê faşîst mêtinger qirker dest bi têkoşînê kirin. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi hezkirina hevrêtiyê û bi dilsoziya xwe ya bi nirxên gel re bûn ewladên ku gelê me pê serbilind bin û bi vî rengî tevlî karwanê şehîdan bûn. Weke peyrewên wan em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin û soz didin ku welatê xwe û Rêberê xwe azad bikin, armancên şehîdên Tehtê Reş bi cih bînin.
Li ser vî esasî di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."
ANF/BEHDÎNAN