Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê xwestin bi minasebeta 5’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê, ji bo 33 ciwanên sosyalîst ku ji alî dewleta Tirk li Pirsûsê hatin kuştin, li ber Navenda Çandê ya Amara bernameya bîranînê li dar bixin. Lê polîsan mudaxaleyî çalakiye kir û destûr neda.
Rêxistinên HDK, DBP û ÎHD’ê têkildarî komkujiya 33 ciwanên 5 sal berê li Pirsûsê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin daxuyanî dan û 33 ciwanên şoreşger bibîr anîn. Rêxistinan anîn ziman ku dê wan ji bîr nekin.
Komîsyona Edaletê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Stenbolê têkildarî komkujiya 20’ê Tîrmeha 2015’an ku 33 ciwanên şoreşger ên dema pêlîstok dibirin ji zarokên Kobanê re li Pirsûsê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibûn kuştin daxuyanî dan. HDK, DBP û ÎHD’ê diyar kirin ku dewlet dixwaze doza komkujiya li Pirsûsê bê encam bi dawî bike û gotin: ”Daxwaza edaleta ji bo Pirsûsê, daxwaza aştiya civakî ye. Divê faîlên komkujiyê bên darizandin û kesên rê li pêş vê yekê vekirine jî bên darizandin. Em diyar dikin ku di 5’emîn sala komkujiyê de em li daxwaza ”Ji bo Pirsûsê Edalet” xwedî derdikevin. Em carek din 33 rêwiyên xeyalan bi hurmetî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê heviyên wan di têkoşînê de mezin bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN