HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di operasyona şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî de şehîd bûbûn eşkere kir û got “Ew mînakên darîçav ên fermandariya pêşeng a terza gerîlatiya serdema nû ne.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Me 28’ê Mijdara 2022’yan diyar kiribû ku di 26’ê Mijdarê de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metîna çalakiyeke şoreşgerî ya berfireh hatiye lidarxistin û 42 dagirker hatine cezakirin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin. Me ji gelê xwe û raya giştî re gotibû, hevrêyên me Amed, Binevş û Baran, bi şêwazeke fedaî beşdarî vê operasyona şoreşgerî bûne, çûne ser çeperên dijmin, dagirker ceza kirine û piştî ku heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirine, şehîd bûne.
Hevrêyên me di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên ku bikaranîna wan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye qedexekirin, şehîd bûne. Ev operasyona şoreşgerî di şexsê hevalê me yê Fermandariya Eyaleta Metînayê, Nûrî Yekta de ji bo bibîranîna hevrêyên me yên ku bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî şehîd bûne, weke pêngaveke tolhildanê hate lidarxistin. Ev operasyona şoreşgerî bûye îfadeya herî darîçav a milîtaniya fedaî ya Apoyî, dilsoziya ji bo rastiya şehîdan û hevrêtiyê. Hevrêyên me Amed, Binevş û Baran ku bi canê xwe milîtan û fermandarên Apoyî yên mînak in, li qada şer ketine çeperên dijmin û di qehremaniyê de gihiştine asta herî jor. Van hevrêyên leheng ên ku bi îddîa û îradeyeke mezin dan rê, ji bo bicihanîna îdîa û biryardariya xwe ya bilind di bin şert û mercên herî hovane de bi kedeke ji mirovî û wêde şer kirin. Tevî birînên xwe yên giran, gav bi paş ve neavêtin, operasyona şoreşgerî dewam kirin. Heta çeperên dagirkeran hemû bi dest xistin li ber xwe dan û bi lehengî şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên welatparêz ên hevrêyên xwe Amed, Binevş û Baran re û ji gelê xwe re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên mezin bi heman ruh û îradeyê heta bi serketinê bidomînin.”
Fermandarên serdemê ne
HPG´ê ji bo şehîd Amed Avesta got, “Malbata hevrêyê me Amed bi eslê xwe ji gundê Fîsê ye, yê ku Partiya me PKK'ê lê hatiye avakirin. Ji ber zilma dewleta Tirk neçar ma koçî navenda Amedê bike. Rêhrêyê me Amed sala 2015’an tevlî nava refên PKK’ê bû.
Rêhevalê me Amed bi kelecaneke mezin gavan davêje çiyayên qedîm ên Kurdistanê. Piştî ku tevlî nava gerîla bû, dema çeteyên DAIŞ'ê êrişî gelê me yê Rojava kir, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Piştre dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêvrêyê me Amed perwerdeya xwe ya îdeolojîk bi serketî bi dawî kir, li ser têgihiştin û pratîkkirina taktîkên gerîla yên serdema nû sekneke kûr bi pêş xist. Piştre weke fermandarekî jêhatî çû qadên şer.
Hevrêyê me Amed di operasyona şoreşgerî ya li dijî dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî erka xwe ya fermandariyê bi serketî bi cih anî, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengiyeke mezin û îradeya Apoyî li dijî dagirkeran meşiya û tirs û xof xistiye nava çeteyan.”
HPG´ê ji bo şehîd Binefş Vejîn jî got “Hevrêya me Binefş li navçeya Şaxê ya Wanê, di malbateke ji eşîra Êzdînan û hewirdorek welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Binevş sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derket pêş û ji ber van taybetmendiyan bi lez bi jiyana gerîla û çiyan ve bû yek. Hevrêya me Binevş a ku yekemîn perwerdeya xwe li qada Zapê dît. Hevrêya me Binefş piştî pratîka li Zapê û Cîlo çû herêma Xakûrkê vê carê hêj çalaktir tevlî çalakiyan bû.
Hevrêya me Binevş ku ezmûneke leşkerî bi dest xist û bû namzeta pêşeng a fermandariya YJA Starê. Hevrêya me Binevş ku piştî pêvajoya perwerdeyê derbasî herêma Metîna bû, herî zêde li herêma Girê Hekarî beşdarî xebatên perwerdeyê bû. Weke gerîlayeke YJA Starê di erka pêşengiyê de cih girt û bû yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku bi xwîn û keda gelek hevrêyên me hat afirandin, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ji bo tinekirina dijmin fedakariyeke mezin, bi israr û daxwazeke ji dil tevlî operasyona şoreşgerî bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Baran Çirav jî got, “Hevreyê me Baran ku li gundê Torik ê navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê. Hevreyê me Baran sala 2014’an tevlî refên gerîla dibe. Hevreyê me Baran li Dihê tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, piştre derbasî Hêrêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li wir perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dibîne.
Hevreyê me li herêmên Heftanîn û Xakûrkê yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê bi serketî pêk anî. Hevreyê me Baran ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Mereş de gelek çalakî li dar dixe û derbên giran li dagirkeran dixe, di operasyona şoreşgerî ya ku di 26’ê Mijdara 2022’an de li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkeran de, di eniyên herî pêş de cihê xwe girt.”
Nasnameyên şehîdan weke li jêr e:
* Amed Avesta (Diyar Solmaz) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Menîce û Yilmaz, 26’ê Mijdara 2022’yan li Metînayê şehîd bû.
* Binefş Vejîn (Yonca Gokalp) a li Wanê ji dayik bûye, keça Nûran û Şefîk, 26’ê Mijdara 2022’yan li Metînayê şehîd bû.
* Baran Çirav (Çekdar Ogûz) ê li Sêrtê ji dayik bûye, kurê Xatûn û Mehmet Alî, 26’ê Mijdara 2022’yan li Metînayê şehîd bû.
BEHDÎNAN