Şehîdên Metîna di dilê me de ne

În 24 Sibat 2023 - 01:46

HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2019’an de li Metînayê şehîd bûbûn bi bîr anî û got “Hevalên me Arîn, Sorxwîn, Çiyager, Welat û Sîpan di dil û bîra hemû hevreyên xwe de cih girtin.

Di 6’ê Tebaxa 2019’an de dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên cuda yên herêma Metînayê êrîşên berfireh pêk anî. Di van êrîşan de hevrêyên me Arîn û Sorxwîn li herêma Golka û hevrêyên me Çiyager, Welat û Sîpan jî li Herêma Girê Hekarî şehîd bûn. Em serbilind in ku, tevî van hevalên hêja em di nav heman têkoşînê de ne. Em soza xwe nû ku armanc û xeyalên van hevalên xwe yên fedayî pêk bînin.

Malbatên hêja yên hevalên me şehîd di serî de, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.’’

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan dide:

“Hevrêya me Arîn li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayik bû. Bi hezkirin û coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû.

Di her qada ku lê mabû bi berpirsyariyeke bilind tevdigeriya, erkên xwe bi serkeftî bi cih anî, bi kesayeta xwe ya tijî coş û moral, hevrêyên wê gelekî jê hez kirin.  

Hevrêya me Sorxwîn ku bi eslê xwe ji Xerzan û Bedlîsê ye. Malbat ji ber zext û zordariyên dewleta Tirk a dagirker neçar maye koçî Stenbolê bike. Di sala 2016’an de li xaka Bedlîsê ku lê ji dayik bû, ji bo avakirina welatekî azad tevlî nava refên gerîla bû. Bi sekna xwe ya berxwedanê û bi rola pêşeng a di jiyanê de karîbû bibe mîlîtanek mînak a xeta PKK û PAJK'ê. 

Hevrêyê me Çiyager li Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2016'an de tevlî refên partiyê bû. Hevrêyê me Çiyager ku heqîqeta herî şênber e ku wê ti carî Çiyager neqedin û hêviya jiyana azad ti carî ji holê ranebe, di yek ji axaftinên xwe de ji hemû ciwanên Kurd xwest ku biherikin çiyê û banga tevlîbûna li nava gerîla kir. 

Hevrêyê me Welat li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bû û partiya me PKK’ê ji biçûkatiya xwe de nas kir. Zêdebûna êrîşên li dijî gelê me û Tevgera me vîna hevrêyê me Welat xurtir kir û ji bo tevlî nava refên gerîla bibe bi hevrêyekî xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi tevlîbûna xwe ya sade, kedkar û fedakar bandorek mezin li hemû hevrêyên xwe kir, di êrîşên dijmin de gihişt şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrêyê me Sîpan li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ku kevneşopiyeke wisa kûr lê serdest e, di malbateke welatparêz de hat dinê. Ji bo tekoşîneke radîkal berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Milîtanekî Apoyî bû ku bi tevlêbûna xwe ya rast, kedkar û fedakar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat hezkirin, bi jiyan û têkoşîna xwe ji hemû ciwanên Kurd re bû mînak.”

Nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Arîn Zîlan (Munevver Baycan), li Wanê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2019’an li Metîna şehîd bû.

Sorxwîn Mazlûm (Rojîn Akin), li Stenbolê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2019’an li Metîna şehîd bû.

Çiyager Amed (Azad Şeker), li Amedê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2019’an li Metîna şehîd bû.

Welat Botan (Îsmaîl Emre), li Rihayê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2019’an li Metîna şehîd bû.

Sîpan Rêber (Sabahattîn Oncu), li Bedlîsê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2019’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.