HPG'ê ragihand ku gerîlaya YJA Starê Rûken Cûdî û gerîlayên HPG'ê Îhsan Nûrî Agirî û Çiya Harûn di 18'ê Cotmehê de li çiyayê Cûdî di dema operasyona artêşa Tirk de, di şer de şehîd bûne û ew bi bîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di 17 û 18'ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Difinê ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiribû û di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî bû. Di vî şerî de ku du rojan dewam kir, hevrêyên me Emîne Başak bi nasnav Rûken Cûdî a li Şirnexê ji dayik bûyî, Mehmet Nûrî Hûsîdûr bi nasnav Îhsan Nûrî Agirî yê li Agirî ji dayik bûyî û Sadik Yurek bi nasnav Çiya Harûn ê li Sêrtê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Hevrêyên me bi sekn, têkoşîn û şehadeta xwe li Cûdî destana lehengiyê nivîsandin. Di serî de malbatên hêja yên van şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya şehîdan bi ser bixînin."

ANF/BEHDÎNAN