HPG'ê gerîla Delîl Sîpan (Denîz Îbrahîm Tek) û Şervan Xîzan (Sitki Tagay) yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê di 26'ê Tîrmehê de şehîd bûn bi bîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tebaxa 2020'î de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker sibeha 26'ê Tîrmehê li qada Stûna ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi piştgiriya kontrayan dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye, di vê operasyonê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimiye, di vî şerî de 2 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne û hevrêyên me Denîz Îbrahîm Tek bi nasnav Delîl Sîpan ê li Stenbolê ji dayik bûyî û Sitki Tagay bi nasnav Şervan Xîzan ê li Bedlîsê ji dayik bûyî bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin û şehîd bûne.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên qehreman, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û heta ku em têkoşîna şehîdên xwe yên qehreman bi serfiraziyê tacîdar bikin, em ê têkoşînê bidomînin."
ANF/BEHDÎNAN