Şehîdê welatê xwe Mele Aydin

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:41

  • Di civaka me de mîna tê gotin, nûça tahl zû belav dibe. Roja Şemiye hevalekî telefonî min kir. Me li hal û xatirê hev pirsî. 

KERÎM BOTAN

Di civaka me de mîna tê gotin, nûça tahl zû belav dibe. Roja Şemiye hevalekî telefonî min kir. Me li hal û xatirê hev pirsî.

Dûre got, ez dixwazim tiştekî ji te re bibêjim; ez agahdar bûm ku Mele Aydin çûye ber dilovaniya xwedê, gelo ev rast e?

Min seranser bersîva wî da û got, “Na heval şaşîyeke te heye, min hîna ne ji mêj, heval Aydin di festîvala li Holandayê de dît û me li hev pirsî û siheta wî baş bû.” 

Min jî rabû telefonî çend hevalan kir, haya wan jî jê nebû. Dûvre hevalekî telefonî min kir û got ez pirr xemgîn im, lê Mele Aydin çûye ber dilovaniya xwedê.

Ez ji jor de hatim xwarê û min dest bi girî kir. Hatim malê  û ji hevjîna xwe re got. Me behsa wî û malbata wî kir. Jiyana wî û malbata wî tije kul û keder bû, mîna Kurdên welatparêz hemûyan.

Min Mele Aydin Sala 1992’yan li mizgeftekê nas kir. Salên 1990’î li Kurdîstanê gelek guhertin çêdibûn, li alîkî şerê çekdarî û  li aliyekî din jî serhildanên gelê Kurd li bajarên Kurdîstan pêl bi pêl bilind dibûn û vê yekê bandoreke mezin li ser civaka Kurdistanê û mirovên Kurd çêdikir.

Li herêma me guftûgo  lil ser van mijaran bûn. Hevalan ez agahdar kirim û gotin li mizgeftekê konferansek li ser Kurdistanê heye tu û hevalek beşdarî wê konferansê bibin, ew ê baş bibe.

Min jî hevalek girt keleka xwe û  em çûn konferansê, li em nizanin çi li peşiya me ye. Em kesî nas nakin û kesek jî di mizfetê de me nas nake.

Qiseker bûyerên li Kurdistanê şirove kirin. Dûvre min behsa rastiya şerê gel ê Kurrdîstanê û serhildanan kir.

Min hingê dît Xortekî porê wî kurîşk û esmer bi awurên gelek sempatîk, li  me mêze dike. Dûvre wexta  belav bûn, ew xortê sempatîk û por kurîşk hat cem me.

Û got ;ez bi hatina we gelekî kêfxweş bûm û dixazim we nas bikim. Me jî nav nîşana komelê dayê û em ji wir çûn.

Dûvre Tirkên Faşîst xwestin li hemberê Kurdan meşêkê bikin. Kurdan jî li hemberê wan meş kir û bi hezaran polês ket navnbeyna me û wan. Min carekê dît ku ev xortê sempatîk û por kurîşk li pêşîya Kurdan, êrişî Tirkên faşîst dike.

Dûvre di greva birçîbûnê de hat cem me û em gelekî li ser rewşa Kurdistanê axivîn.

Di demeke kurt de biryar da û tevlî nav refên tevgerê bû.

Lê ew tenê tevlî tekoşîna gelê xwe nebû, wî malbeta xwe û zarokên xwe jî tevlî nav refên tekoşînê kirin.

Mele Aydin ti carî berjevediyên şexsî û malbatî li pêşiya şoreşê negirtin.

Wî ti carî mîna me hin kesan, mal, milk,pere û meqam ji xwe re nekirin armanc û ew sîh salan ji bo gelê têkoşiya.

Ew mirovekî bi prensîp, wijdan û exlaq bû.

Xwedê bi te re be Mele Aydin.

Cihê te beheşt be Mele Aydin.

Tu mîna şehîdên gelê me hemûyan, rûmeta me yî.

Bi xatirê te hevalê doza gelê xwe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.