• KOMAW’ê kongreya xwe ya 6’an li bajarê Dortmûndê kir û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Fatoş Goksungur gotina Ocalan “Şehîd fermandarên min in” bi bîr xist û xwest her kes li vê gotinê serwext bibe. 

VEYSÎ IŞIK / DORTMUND

 

KOMAW’ê kongreya xwe ya 6’an li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê kongreya xwe ya 6’emîn li dar xist. Kongre li hola avahiya Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) a li Dortmundê bi rê ve çû.

Di kongreyê de Bavê Hisên hate bibîranîn ku serdema beriya niha wezîfeya hevserokatiya KOMAW’ê kiribû û par ji ber Covîd-19´ê wefat kiribû.

Kongre bi beşdariya 200 delege û malbatên şehîdan pêk hat.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan kongreyê bi hilbijartina dîwanê dewam kir.

Di kongreyê de peyamên KCDK-E, Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E), FEDA, Federasyona Êzîdiyan, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Heyva Sor a Kurdistanê hatin xwendin. Paşê kar û xebatên serdema bihurî ya xebatê, hatin nirxandin.

Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksungur got, “Ji bo ku em zanibin ka dilsozî û fedakariya têkoşînê ya şehîdan çawa bû, divê em li gotina Rêber Abdullah Ocalan ‘Şehîd fermandarên min in’ serwext bibin.”

Ji bo endama Koma Aştiyê, çalakgera tevgera jin a Kurd, Aysel Dogan jî got, “Şehîdên me, hebûn û zarokên me yên herî bi qedr û qîmet in. ji bo azadiyê ew şehîd bûn. Wan şîret li me kir da ku em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Heger em karwanê azadiyê bigihînin menzilê, tenê hingê em ê layiqê şehîdan bin. Xizmên şehîdan esas mîrasgirên vê têkoşînê ne. Bi vê têgihiştinê mirov kar bike, mirov wê ya ku dilsoziya bi şehîdan re ferz dike, bike.” 

Saziyeke muhim e

Li ser navê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli got, “Komeleya Malbatên Şehîdan, saziyeke gelekî muhim e ku têkoşîna azadiyê derxistiye holê. Armanca wê ew e ku bi malbatên şehîdan re elaqedar bibe û wan bikişîne meydana têkoşînê.” Turhalli got, di biwara arşîv û qeydiyan de kêmasî hene û xebatên ji bo vê jî ne li gorî qayîdeyên liyaqatê tên kirin. 

Malbatên şehîdên înternasyonalîst

Berdevkê KOMAW´ê Alî Batman jî got, tevî ku saziyeke fermî ye jî hejmara endamên  wê kêm e: “Hejmara xizmên şehîdan bi dehhezaran e, lê hejmara endamên me çend sedek e.” Wî xwest di dema pêş de ji bo zêdekirina endaman xebat bên zêdekirin. Di dewamê de wî got, “Divê em peywendiyê bi malbatên înternasyonalîstan re jî deynin. Nexasim ji bo karê û xebatên me yên dîplomatîk, barekî mezin dikeve ser milê van malbatên me. Ew dikarin doza me ya heq ji me hêsanîtir ji miletên xwe re rave bikin.” 

Rêveberiyê nû hat hilbijartin

Piştî xwendina raporên malî û xebatên pratîk hatin xwendin û minaqeşekirin, rêveberiya nû ya ji 37 kesî hat hilbijartin.