• Li Deriyê Sêmalka 2 hefte ne ji bo wergirtina cenazêyên şehîdan çalakiya konvedanê heye. Doh yekem car dayik ber bi deriyê sînor ve meşiyan. 

Li Deriyê Sêmalka 2 hefte ne ji bo wergirtina cenazêyên şehîdan çalakiya konvedanê heye. Doh yekem car dayik ber bi deriyê sînor ve meşiyan. Mîna hewldanên beriya niha yên dayikan vê carê jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Şehîdan xwestin, nameyek li ser daxwaza xwe ya ji bo wergirtina cenazeyan radestî Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê bikin.

Di şeva 28-29’ê Tebaxê de komek ji 7 gerîlayan dema hewl didan ji qada Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibin li ser Çemê Zê ketin kemîna hêzên PDK’ê. Du gerîlayên şehîd bûbûn ji Rojavayê Kurdistanê bû. 

QAMIŞLO