Şaşmayîna wezaretê em şaş kirin

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:38

  • Piştî çend rojan bêdengiyê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar yê ku gotibû, ‘Erdnîgariyeke bi navê Kurdistanê nîne.

Piştî çend rojan bêdengiyê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar yê ku gotibû, ‘Erdnîgariyeke bi navê Kurdistanê nîne.’ Wezareta Pêşmerge di bersiva xwe de got, ew ji ber înkarkirina Kurdistanê ‘şaşmayî’ mane.

Di daxuyaniya wezareta Pêşmerge ya nivîskî de hat gotin; “Gotinên Hulusî Akar ên înkarkirina Kurdistanê cihê şaşmayînê ye. Ji bo me cihê pirsê ye, kesek di cihekî fermî yê dewletê de ye, rê bi xwe dide ku înkara rastiyeke dîrokî, demografî û coxrafî bike ku baweriya wî bi xwe jî pê nayê. Wî birêzî jî bi xwe serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Ji me re nabêje, ew cihê wî serdana wî kirî, ku der e û navê wî çi ye?

Ger gumana Akar ji hebûna coxrafya Kurdistanê heye, bila li belgeyên dîrokî yên Osmaniyan temaşe bike. Wê bibîne ka Kurdistan heye yan na. Hişmendiya înkarkirina gel û coxrafyayek hertim bûye çavkaniya pirsgirêkan û negihaye ti encamê.”

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge piştî ku xelkê gelek nerazîbûn nîşanî gotinên wezîrê Tirk dan, ji mecbûrî hat. Lê ne hemkufên wezîr ên di hikûmetê de lê wezareta pêşmerge bersiveke nivîskî da, ew jî ecêb e. Ecêba din jî ew e ku wezareta pêşmerge pê nizane, dewleta Tirk bi wezîr û kizîrên xwe Kurdistanê înkar dike.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.