Şano li Başûr ne ya berê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Kanûn 2022 - 03:32

BIRWA ESHED/ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

Li gorî sedsala 20’an, bînerên şanoyê li Herêma Kurdistanê jî kêm bûne. Ev rastî din av şanogeran de jî timî tê nîqaşkirin. Beşek ji wan weke hev difikirin lê beşek ji wan jî xwedî nihêrînên cuda ne. Derbarê vê mijarê de mamostayên beşa şanoyê yên Peymangeha Hunerî ya Silêmaniyê nihêrîn û dîtinên xwe anîn ziman.

 

Xîreta çûyîna salonan

Mamostaya Beşa Şanoyê, Şanaz Mihemed îşaret bi sedemên giringîpênedana şanoyê ya li nav welatiyan kir û got, “Yek ji wan sedemên wê yekê ku berê gel mereqdarê şanoyê bû, li Kurdistanê nebûna azadiyê bû. Teknolojiya ku niha heye berê tinebû. Her çiqas teknolojiya niha heyî derfetek baş e ji bo şanogeran, lê li aliyê din jî hebûna înternet û telefonan kiriye ku bînerên şanoyê êdî xîret nekin herin salonên şanoyan.”

Şanaz Mihemed derbarê karên hunerî yên ku li ser pirsgirêkên jinan û şideta beramberî jinan jî got: “Karên gelek baş ên hunerî hatine kirin û bandora xwe jî li ser kêmkirina şideta li ser jinê hebû.”

 

Hewldana çaraserkirina pirsgirêkan

Derbarê heman mijarê de Serokê Beşa Şanoyê li Peymangeha Hunerên Ciwan Soran Ekrem jî got, “Ne tenê şano, sektorên din jî qalîteya wan daketiye. Teknolojî û telefonên destan, bandor li ser tevayî sektoran kiriye. Di salên 80-90’î de dema şanoyek derdiket ser dikê, li ti cihê din nedihat dîtin. Kesên ku ji şanoyan hez dikirin, diçûn salonên şanoyê û bi zindî lê temaşe dikirin. Divê em hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin. Vê yekê jî divê em bi hev re bikin.”

 

Lazim e pergala xwendinê biguhere

Soran Ekrem wekî din dibêje, di warê sîstema xwendinê de, di beşa şanoyê de kêmasî hene: “Sîstema xwendinê û şano, pêwîstiya wan bi nûbûnê heye. Niha jî heman dersên beriya 25 salan tên dayîn. Me xwest, hin guhertinan di dersan de bikin, lê rê nehat dayîn, hat gotin, divê peymangehên Herêma Kurdistanê hemû li ser guherîna dersan hemfikir bin.”

 

Pirsgirêkên hunermandan ên şexsî

Di dawiyê de jî Soran Ekrem behsa yeknegirtina şanogeran kir û got, “Şanoger di nava xwe de ne yekgirtî ne û fikrên wan ê derbarê berhemên hunerî de jî bivênevê ji hev cuda ne. Pirsgirêkên di nava hunermendan de hene, zêdetir pirsgirêkên şexsî ne. Bi qasî em bi reşkirina hev mijûl dibin, ewqasî em bi hunerî ve mijûl nabin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.