Şandeya Katalonyayê li bajarê Qamişloyê bi Kongra Star re civiya.

Şandeya Katalonyayê ya bi serokatiya parlamenterê Katalonî Robin Wansberg, çû serdana navenda Kongra Star a li bajarê Qamişloyê. Şande ji aliyê endamên Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star ve hat pêşwazîkirin.

Endamên komîteyê Rûken Ehmed û Menal Mihemed Kongra Star bi şandeyê da nasîn.

Di hevdîtinê de gelek mijarên weke konfederalîzma demokratîk, doza gelên bindest û bêwelat û pirsgirêka demokrasiyê di sîstema netewe dewletê de hatin nîqaşkirin.

Herdu aliyan giringiya bipêşxistina çalakî û têkiliyên hevbeş destnîşan kirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku şandeya Katalonyayê 3ʹyê Kanûnê li Qamişloyê çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kombenda Efrînê ya Civakî.

ANHA / QAMIŞLO