Şandeyek ji Hikûmeta Iraqê ku ji Koordîneya Asayişa Nîştîmanî Hemîd Şetir, Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî Qasim Eyrecî, Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevpar û nûnerê parêzgerê Nînowa pêk tê, bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re li navenda hêzên Iraqê ya li nahiya Sinûnê civiya.

Gelê Şengalê ji bo protestokirina peymana Hewlêr-Iraqê ya dijî Şengalê û piştgirî bidin Rêveberiya Xweser li ber avahiya ku civîn tê de pêk hat kom bû û dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana YBŞ’ê’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ gotin. Wêneyên şehîdên YBŞ’ê yên di oxira parastin û rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne jî hatine rakirin.

ROJNEWS/ŞENGAL