Şam ciddî nêz nabe

Pêncşem 17 Îlon 2020 - 15:58

Sekreterê Partiya Vîna Gel Elaa Arafat got heta niha hikumeta Şamê çi li ser asta komîteya destûrê yan jî mijarên din, bi awayekî cidî û bi berpirsyarî tev li çareseriya siyasî nebûye.
Elaa Arafat di hevpeyvîneke taybet de ya bi ANHA`yê re bal kişand ser hewldanên çareseriya krîza Sûrî û got, ew bawer nakin ku aliyên herêmî rê li pêşiya hikumeta Sûriyê digirin ku bi awayekî cidî tev li diyalogê nebe.
Elaa Arafat li ser helwesta rêveberiya Şamê li hemberî peymana wan bi MSD re got, “Ji aliyê teşeyê ve, mirov nikare bêje ku hikumeta Şamê diyalogê red dike, ji ber ku bi awayekî mayinde piştrast dike ku ew bi diyalogê re ye. Lê li ser asta pratîkê heta vê kêliyê me tu tevlêbûneke cidî û berpirsyar di çareseriya siyasî de nedît, çi li ser asta komîteya destûrê yan jî mijarên din. Em bawer nakin ku aliyên herêmî rê nadin ku hikumeta Şamê tev li diyalogê nebe. Dibe ku hinek propagandaya vê yekê dikin da ku ji berpirsyariyê birevin. Yan jî fîtneyê di navbera aliyên herêmî û navneteweyî de derbixin. Lê di rastiyê de aliyên Sûriyê bi giştî û hikumeta Şamê bi taybet heke vîneke siyasî hebûya dikarin aloziyê çareser bikin.”
Li ser pirsa “Gelo Rûsya nikare nêrîna xwe li Şamê ferz bike?” Arafat got, “Li gorî tecrubeya me ya demdirêj girêdayî siyaseta Rûsyayê li hemberî Sûriyê û rejîma Sûriyê, ew bi mentiqa ferzkirinê kar nake.”GÎVARA ŞÊX NÛR/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.