Li seranserê Ewrûpayê bi rasthatina salvegera pêngava Dem Dema Azadiyê ye li gelek navendan çalakiyên Kurdistaniyan hebûn û wan got, heta Ocalan azad bibe çalakî wê dewam bikin.
Di salvegera yekê ya pêngava Dem Dema Azadiyê ye de bi şîara ‘Jinên Kurd û gerîlayên li ber xwe didin, rûmeta me ne’ gelek çalakî hatin lidarxistin. Di meş û mîtîngên li Berlîn, Frankfurt, Stûttgart, Hannover, Hamburg, Saarbrucken, Parîs, Montpellier, Marsîlya, Strasbourg, Helsînkî, Kopenhavgen, Basel û Den Haagê de peyama “Heta azadiya Rêber Ocalan pêk bê, em ê çalakiyan bikin” hat dayîn.
Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye, Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye” de li gelek bajarên Ewrûpayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) çalakiyên dawiya hefteyê hatin lidarxistin.
*******
Bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Elmanyayê Stûttgartê meşek hat lidarxistin. Meşê li Lautenschlager Straße dest pê kir. Li Schlossplatzê meş veguherî mîtîngê. Li meydana mîtîngê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut bal bire ser tecrîdkirina Ocalan û êrişên dewleta Tirk a faşîst: “Ew 22 sal in ku Rêber Ocalan tê tecrîdkirin. Welatên Ewrûpayê bi bêdengiya xwe, vê tecrîdê erê dikin. Em dibêjin êdî bes e. Divê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Ocalan e’ em dakevin kolanan.”
Li bajarê bakurê Elmanyayê Hannoverê jî Kurdistanî li meydanan bûn. Di çalakiyê peyama TJK-E’yê hat xwendin. Piştre li ser navê Meclîsa Jinê Ronahî, Komuna Jinê ya Şehîd Meryem û Meclîsa Gel a Hannoverê axaftin hatin kirin. Qisekeran got, “Heya Rêber Apo azad bibe em ê nesekinin. Em ê her çalakiyan bikin”.
Li bajarên mezin ên Fransayê
Li peytexta Fransayê Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî li meydana République hatin cem hev û pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Azadiya Ocalan azadiya me ye” û posterên Ocalan hilgirtin. Di daxuyaniyên TJK-F’yê de qala tecrîdkirina Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana destanî ya gerîla hat kirin û bang li xelkê hat kirin da ku li têkoşîna ji bo Rêbertiya azad û Kurdistana azad, xwedî derkeve.
Li bajarê başûrê Fransayê Montpollierê, Kurdistanî bi pêşengiya Komuna Jinan a Delal Amed, li Parka Peyruo’yê hatin gel hev û heta bi meydana Comedie meşiyan. Dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin gotin û belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Fransayê Strasbourgê jî mîtîngek hate lidarxistin. Kurd li pêşiya Gara Strasbourgê civiyan û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Erdoganê faşîst, Erdoganê qatil’ diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya wan e.
*******
Ji Holanda heta bi Fînlandayê
Li ber Parlemena Holandayê ya li Den Haagê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat kirin. Jinan di çalakiyê de balonên binefşî yên li ser wan wêneyên Ocalan xêzkirî, berdan hewayê û daxuyaniya TJK-E’yê xwend. Bêdengiya saziyên navneteweyî û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) wek jidestdana serxwebûn û bêalîbûna wan rêxistinan hat nirxandin. TJK-E´yê bang li wan saziyan kir: “Divê demildest azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan pêk were anîn. Divê dagirkerî û êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdistanê werin sekinandin û statûya Kurdistanê werê naskirin. Divê dîktator Erdogan ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li dadgehên navneteweyî were dadgehkirin.”
Bi pêşengiya YJK-S’yê li meydana Die Welt Parkê, bi sedan kes li bajarê Swîsreyê Baselê civiyan. Li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç got, “Par pêngava ‘Dem dema azadiyê’ hatibû destpêkirin. Îro jî em xwedî li vê pêngavê derdikevin.”
Hevserokê Partiya BastAyê Sina Deiss jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd û ew ê piştgiriyê bidin HDP’ê.
Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, Înîsiyatîfa Tevgera Jinên Kurd mîtîngek hate organîzekirin. Di mîtîngê de tecrîdkirina Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin. Bang li gelê Kurd jî hat kirin da ku li hemberî tecrîd û dagirkeriyê bêdeng nemîne.
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê jî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê çalakiya konvedanê hat lidarxistin.
Li Berlînê sazî hemû amade bûn
Li ser banga TJK-E’yê gelê Kurd û dostên wan li Breitscheidplatza Berlînê kom bûn û ber bi Olivenplatzê ve meşiyan. Çalakgerên Meclîsa Jinan a Dest-Danê, Women Defend Rojava, Gemeinsam Kampfen, Nav-Berlîn, Komeleya Camiyê ya Neukolnê û gelek kes beşdarî meşê bûn. TJK-E’yê daxuyaniyek da û got, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê kirin. Wê xwest "azadiya fîzîkî" ya Ocalan "pêk were" û "êrişên dagirker û qirker ên li dijî Kurdistanê werin sekinandin û statuya Kurdistanê were naskirin."
Rengê jinan li pêş bû
Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê jî ji bo ku balê bikşînin ser îzolasyona li ser Rêber Abdullah Ocalan û kirinên derhiqûqî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Hessenê meşek hate kirin. Meşê li pêşiya stasyona trênê ya navendî ya Frankfûrtê dest pê kir. Xwepêşanderan got, heta ku Rêber Ocalan azad nebe, doza Kurdan jî wê çareser nebe.
Êriş li dijî destketiyan in
Li bajarê bakurê Elmanyayê Hambûrgê bi meşekê tecrîdkirina Ocalan û êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan hatin rûreşkirin. Destpêka meşê aktîvîsta mafên mirovan û nivîskar Anja Flach got, êriş li dijî destketiyên gelê Kurd in.
Marsîlya her li dijî tecrîdê ye
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê Kurd û dostên wan li meydana Canabiereyê hatin ba hev û heta Vieux Portê meşiyan. Dovîzên li ser wan nivîsandî ‘Gerîla rûmeta mirovayetiyê diparêzin’, ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ hatin hildan û sloganên ‘Erdoganê qatil’ û ‘Em hemû PKKyî ne’ hatin gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN