Sakîne Arat serî hilda
Duşem 17 Adar 2025 - 03:20
Jinê Dayika Aştiyê Sakîne Arat nas dikirin wiha gotin, "Ew jinek bû ku li dijî hemû zilmê serî hilda."
Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku yek ji navên herî girîng ên têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyeyê ye, jiyana xwe da lêgerîna aştî û edaletê. Sakîne Arat a ku kurekî wê di rojiya mirinê de û 2 kurên wê di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dan, ti carî ala têkoşîna zarokên xwe neavêt. Bi salan bi binçavkirin, zext û gefan re rû bi rû ma, lê tu carî paşve gav neavêt.
Hevalên Sakîne Arat ên têkoşer qala wê kirin.
Rihê wê berxwedêr bû
Yek ji kesên ku şahidiya jiyana Sakîne Arat kir jî xizma wê Arzu Ozkan e. Arzu Ozkan sersaxî ji her kesî re xwest û got, "Dayika Sakîne dayikeke ku di tevahiya jiyana xwe de di têkoşîna aştiyê de bi awayekî aktîf cih girt. Tevî ku ji bo vê yekê 4 zarokên xwe winda kir jî, her tim helwesteke aştî, xwişk û biratiya gelan, bi têkoşîneke mafdar nîşan da.
Li dij zilmê serî hilda
Nezahat Teke da zanîn ku Sakîne Arat ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê bûye sembola aştiyê û got, “Bêguman hemû Dayikên aştiyê aştiyê dixwazin, lê daxwaza aştiyê ya Dayika Sakîne bûye sembol. Dayika Sakîne mîraseke pir mezin û bi nirx ji me re hişt. Tevî hemû zehmetiyan jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Wê nedidît, carinan jî du berçavk didan ser hev û bi wan dinihêrî û dixwest tiştan nas bike. Di bihîstina wê de zehmetî hebû, lewma cîhaz bi kar dianî. Bi awayekî têkoşîna xwe domand. Hewl dida ku çi ji destê wê bê, bike. Wê mîrateyek wisa hişt û bû sembolek wisa ku îro tu li ku dinêrî tu Dayika Sakîneyê dibîne. Sakîne Ana kesek pir cuda bû. Ez çi bêjim jî ez nikarim rave bikim. Ew jinek bû ku li dijî hemû zilmê serî hilda."
JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN