• Li Rojhilatê Kurdistanê bajarên Sine, Bokan, Seqiz, Îlam û Mehabadê gel daket qadan û têkçûna tîma neteweyî ya Îranê pîroz kir û bi awayekî cihêreng kêfxweşiya xwe diyar kir.

Di pêşbirka sêyem a Koma B ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA´yê de Emerîkayê 1 û 0 zora tîma neteweyî ya Îranê bir û ji kûpayê ket. Ew bibinketina tîma Îranê bû sedema kêfxweşiya gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sine, Bokan, Seqiz, Îlam, Mehabad û gelekên din, xelk daket meydan û kolanan, û têkçûna Îranê bi govend, fîşekên hewayî, karwanên maşînan û gelek awayê cihêreng pîroz kirin. Di çalakiyên pîrozkirinê de li dijî rejîma Îranê dirûşme hatin gotin. Yanî li Îraqnê û nexasim jî li Rojhilatî Kurdistanê û Belucistanê, têkçûna tîma futbolê ya Îranê jî veguherî hinceteke bi krê hatî ya xwepêşandanan.

 

Futbol ne tenê futbol e

Pîrozbahî û kêfxweşiya xelkê veguherî parçeyek ji serhildanê; di dema pîrozbahiyan de dirûşma  “Jin jiyan azadî” ya gelên Îranê pêk hat. Ango ev şahî yekser bi raperînê re eleqedar e û bixwe jî bi awayê pîrozkirina gel, bûye raperîn.

 

Rojhilat her çalak û li ser piyan e

Her wiha sehildana gelan dewam dike. Pêr, li hinek herêmên Urmiye, Sine û Kirmaşanê ciwan daketin kolanan û agir pê xistin û rê li çûnûhatinê girtin. Wan bi dirûşmeyan çalakiyên xwe yên nerazîbûnê dewam kirin.

Li bajarê Merîwanê hejmarek mamosteyên Merîwanê û Sewlawe civiyan û li gel şermezarkirina çewisandina xwepêşanderan, piştgirî dan daxwazên gel.

Beşek ji xwedekarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe yên nerazîbûnê dewam kirin. Li hinek zanîngehan xwendekaran holên xwendinê boykot  kirin.

Pêr jî greva karker û şofêrên wesayîtên barhilgir ên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam kir.

Ji 16’ê Îlonê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên li dijî qetilkirina keça Kurd Jîna Amînî, li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan 448 kes hatine qetilkirin. 

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji kesên hatine qetilkirin herî kêm 110 kes Kurd in û 128 kes jî Belûçî ne; rêxistina mafê mirovan Hengawê jî hejmara Kurdên di raperînê de şehîd bûne weke 118 eşkere kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN