Sadr: Divê hebûna dîplomatîk a DYE’yê kêm bibe

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:54

  • Bi sedema desteka Emerîkaya ya li Îsraîlê ya di  şerê di navbeyna Îsraîlê û Filistînê de lîderê Şîa Muqteda es Sadr bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo hebûna dîplomatîk a DYE’yê li Iraqê kêm bike li parlamentoyê biryarê bistîne.

Lîderê Şîa Muqteda es Sadr diyar kir ku Îsraîlê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî Fîlîstînî ji cih û warên xwe kiriye û bi vê hewldana xwe li ber nirxên olî û mirovî rabûye.
Sadr helwesta DYE'yê ya li pêşberî vê rewşê rexne kir û got, "DYE li şûna ku Îsraîlê rawestîne, bi rengekî eşkere piştgiriyê dide û hiqûqa navneteweyî û edaletê binpê dike."
Sadr anî ziman ku piştgiriya DYE'yê ya ji bo Îsraîlê nearamî û şerê li herêmê sor dike û got, "DYE li Fîlîstîn, Lubnan û deverên din ên herêmê piştgiriyê dide terora Siyonîst."
Sadr bang li Yekîtiya Ereb û Rêxistina Hevkariya Îslamê kir ku helwesteke hîn bi biryar nîşan bidin û têkiliya bi Îsraîlê re bi temamî bibirin.
Sadr got, divê DYE dawî li destwerdana xwe ya li cîhana Ereb û Îslamê berde û destnîşan kir ku divê êdî têkiliyên dîplomatîk û aborî bêne birîn.
Sadr bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo kêmkirina hebûna dîplomatîk a DYE'yê ya li Iraqê biryarekê bi parlamentê bide wergirtin. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.