Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyaza ji nû ve vekirina dergehê Til Koçerê yê sînorî ji bo alîkariyên mirovî, wek "bê encam" bi nav kir.
Li gorî ajansa Associated Press (AP), projeya biryarê ya Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyaz kir ku alîkariyan di dergehên Til Koçer û Bab El-Hewa re bişînin, lê belê balyozê Rûsyayê yê li NY’yê Vasily Nebenzia di civîneke çapmeniyê de diyar kir ku Rûsya dê nîqaş bike, ka dikarin xebata radestkirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa bidomînin an na.
Vasily Nebenzia pêşniyaza ji nû ve vekirina dergehê Til Koçerê yê sînorî ji bo alîkariyên mirovî wek "bê encam" bi nav kir. Xelkê Rêveberiya Xweser a Başûr û Rojhilatê Sûriyê û nexasim xelkê Rojavayê Kurdistanê ev çendek bû bang li welatan û NY'yê dikirin da ku ev derî li alîkariyên mirovî bê vekirin.
NEW YORK