- Nivîskarê Cezayîrî Kamel Daoud bi romana xwe ya “Houris” xelata “Prix Goncourt” wergirt. Ev xelat di warê wêjeyê de xelateke pirr bi qîmet e û her sal li Fransayê tê dayîn. Romana ku Cezayîrê hatiye qedexekirin, bi şerê navxweyî yê Cezayîrê û travmayên civakî yên wan salan dadikeve. Yanî ew li bîra welatekî dikole û derbarê êşên jinan de dinivîse.
Romana “Houris” ji hêla Weşanxaneya Galimard ve hatiye weşandin. Şerê navxweyî yê di navbera salên 1992 û 2002’an de li Cezayîrê pêk hat weke “10 salên rûrêş” jî tê zanîn. Karekterê sereke yê romanê Aube di zarokatiya xwe de malbata xwe winda kiriye û ew jî weke gelek kesên din birîndar bûye. Tesîra travmayan hem bi awayekî psîkolîk û hem jî bi awayekî fizîkî her dimînin pê re. Di romanê de Aube bi rabihuriyê re rû bir û dimîne û her wiha dixwaze ji bêdengiya xwe jî xelas bibe. Lê li gel vê yekê roman li hafizeya kolektîf ya serdemeke zehmet a Cezayîrê jî şirove dike.
Li welatê wî qedexe ye
Ji ber ku Cezayîr hemû berhemên di derbarê salên 1992 û 2002’an de qedexe kiriye, romana “Houris” li Cezayîrê nehate çapkirin. Kamel Daoud ji bo Fransayê got; “nivîskaran diparêze û di warê îfadeyê de azadiya hunermendan bin pê nake.” Serokê Akademiya Goncourt Philippe Claudel ji bo romana “Houris” got; “Trajediyê bi zimanekî helbestkî vedibêje, nexasim jî di warê êşên ku jin kişandine de nêzîkatiyeke baş nîşan dide. Ev roman bi zimanê wêjeyî behsa xwesteka azadiya xelkê Cezayîrê dike û rêyeke nû ya hafizeyê nîşanî xwîneran dide.”
Kamel Daoud weke nivîskarekî serxwebûna Cezayîrê diparêze û di warê azadiya kesan de nihêrînên xwe her tim bi awayekî vekirî tîne ziman. Nivîskar di sala 2018’an de beriya ku Tayyip Erdoğan biçe Cezayîrê nameyekê nivîsandibû û bi zimanekî hişk polîtîkayên Erdoğan ên li Tirkiyeyê rexne kiribû. NAVENDA NÛÇEYAN