Rola çapemeniya azad girîng bû
În 24 Çile 2025 - 03:00
Piştî dagirkirina Efrînê Silêman Ehmed derbasî bajarê Silêmaniyê bû û di Rojnews de karê xwe domand. Dawiya 2023’an ji bo ku malbata xwe ya li Helebê ziyaret bike derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bû. Piştî serdanê xwest vegere cihê karê xwe, lê li deriyê sînor ku bi awayekî fermî derbas bibû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin. Silêman Ehmed ku dibêje; "Min dixwest biçim Bexdayê û xebatên xwe yên rojnamevaniyê pêk bînim” pêvajoya girtina xwe û pêkanînên li hemberî wî, ji ANHA’yê re vegotin. Bi gotinên, "Min her ev pirs ji xwe kir; ez çima hatim girtin? Çima 16 meh girtî mam? Min ev pirs ji her kesî dikir" Silêman Ehmed bal kişand ser iddiayên girtinê û got: “Ji min re gotin ku ez endamê partiye Kurd a qedexekirî me.”
Ehmed bal kişand ku hêzên ewlehiyê qanûnên têkildarî rojnamevaniyê bin pê kirine û got:"Tu kesî tiştek têkildarî rojnamegeriyê pirs nekir. Tenê digotin, ‘rast e tu rojnamevanî lê karê me bi karê te tune ye. Tu ji bo karekî din hatiye Kurdistanê." Silêman Ehmed belgeyên ku îsbat dikin ew rojnamevan e, her wiha vîzeya ku wê karibe biçe Bexdayê nîşan dane lê hêzên PDK’ê ew belge paşguh kir û got:"Min got ez ê biçim Bexdayê, çend muameleyên fermî mane, piştre ezê biçim. Bi min re vîze jî heye. Lê guh nedan gotinên min."
Piştî revandina Silêman Ehmed, di serî de Ragihandina Azad, li Kurdistan û cîhanê gelek rêxistinên rojnamevanan, saziyên mafên mirovan ketin nava liv û tevgerê, rojevek girîng ava kiribû. Hêzên ku hema bêje her roj lêpîrsîna wî dikirin, pir zêde behsa zexta raya giştî kirine û got:“Her digotin, ‘Çima ragihandin ewqas behsa te dike? Çima dibêjin tu windayî?’ Min got ‘ez û hûn zanin ez li ku me, lê ew nizanin’. Di serbestberdana min de ragihandinê roleke erênî lîst."
Ji cihê mayî ezê dewam bikim
Mafê Ehmed wekî girtiyên din tunebû ku bi parêzeran û malbatê re têkilî çêke. Tevî tu delîlên tawanbarkirinê tune bûn jî, Ehmed derxistin dadgehê û got:"Ez ecêb mam. Tuhmet tunebû, lê dîsa jî dadger ji katib re got tawanan binivîse. Darizandina min ne li gorî qanûna rojnamegeriyê ya herêma Kurdistanê bû. Dadgehê mafê min binpê kir. Li dadgehê di navbera min û dadger de nîqaş çêbûn. Min ji wan re got, ‘we ez bi endamtiya partiyekê tawanbar kirim, lê ew partî bi awayekî fermî li Herêma Kurdistanê heye û nivîsgeha wê hatiye vekirin. Di çarçoveya hiqûqî de jî ez karekî fermî dikim, ez bi awayekî fermî diçim û têm herêma Kurdistanê’." Silêman Ehmed da zanîn ku ew ê karê xwe yê rojnamevaniyê ji cihê ku lê maye bidomîne û got:“Ezê bi rêgezên ragihandina azad karê xwe bidomînim. Di vê oxirê de gelek hevalên me şehîd bûn. Herî dawî Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Kes nikare me bêdeng bike." Ehmed spasiya hemû kesên ku di serbestberdana wî de rol lîstine kir û hêvî kir ku hevalên wî yên din Qehreman Şikrî, Şêrwan Şêrwanî jî di zûtirîn demê de serbest werin berdan.
ANHA