Rojnameya Xwebûnê 6 sal li dû xwe hişt
Yekşem 21 Kanûn 2025 - 15:30

- Edîtora Rojnameya Xwebûnê Medya Bal bi minasebeta 6'emîn salvegera Rojnameya Xwebûnê axivî û diyar kir ku Kurd aktorê sereke yê wê pêvajoyê ne û got: “Em dixwazin hin zêdetir bi zimanê xwe wê pêvajoyê bişopînin.”
Rojnameya Xwebûnê ku di 23'yê Kanûna 2019'an de li Amedê bi dirûşmeya ‘Xwebûn Xwenasîn e’ dest bi weşana xwe kir, 6 sal li pey xwe hişt. Rojname bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî hefteyê carekî dertê. Rojnameya Xwebûnê di 6 salan da 314 hejmar derçû. Rojnameya Xwebûnê, li ser mîrateya capemeniya azad û rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Medya, di heyameke ku çand û zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi êrişên dijwar rû bi rû dima, politikayên bişaftinê li ser dihat ferzkirin de, bi armanca ku çand û zimanê Kurdî li hember van êrişan biparêze û xurt bike, tev li karwana çapemeniya azad bû.
Editora Rojnameya Xwebûnê Medya Bal bi munasebeta 6'emîn salvegera Rojnameya Xwebûnê nirxandin tir. Medya Bal da zanîn ku Rojnameya Xwebûnê xwest nasnameya ku Azadiya Welat di nav civakê de ava kiriyî bidomîne û got: “Azadiya Welat wek dibistanekê di nav Kurdan de cih girt. Xwebûnê ev kevneşopî berdewam kir. Em bêjin Azadiya Welat wek cîhê ku dihate çapkirin di Bakur de sînordar dima lê îro bi saya teknolojiyê Xwebûn dikare xwe bigîhine her derê, li hemû welatan tê xwendin. Xwebûn, fikra ku Azadiya Welat dixwest belav bike îro zêdetir belav bike.”
Medya Bal balkişand ser grîngiya ziman û got: “Wek tê zanîn rêjeya xwendin û nivîsandinê li Kurdistanê kêm bû. Polîtîkayên dewletê yên zext û zordariyê dema ku li ser gelê Kurd hatin meşandin ev rêjeya ku kêm bû, pêş neket. Kesên ku xwe pêş xistin jî mixabin li aliyê Tirkî pêş ketin. Ji ber polîtîkayên dewletê di dibistanên dewletê de Kurdî nedihat qebûlkirin. Dema ku Azadiya Welat vebû Kurdan wek dibistanekê pênase kir. Li wê derê xwendin û nivîsandinê hîn dibûn. Tiştekî Azadiya Welat da hînkirin îro di aliyê dîrokê de, kesên ku bixwazin dîroka xwe nas bike, xwe nas bike, çanda xwe nas bike, zimanê xwe pêş bixîne pêşiyê berê xwe dide Xwebûnê, dixwaze xwe Xwebûnê pêş bixîne. Ew mijar hemû di Rojnameya Xwebûnê de tê dayîn.”
Medya Bal anî ziman ku Çapemeniya Azad xizmeta aştîyê dike û wiha pêde çû: “Di wê çarçovê de niha bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û ev pêvajo bi qasî ku Kurdan eleqadar dike, hemû Rojhilata Navîn eleqadar dike. Kurd aktorê sereke yê wê pêvajoyê ne dixwazin hîn zêdetir bi zimanê xwe wê pêvajoyê bişopînin. Dema ku em lê dinêrin rojnameya Kurdî, ajansên Kurdî û ragihandina Kurdî dibe xwedî giringiyekê. Ji ber ku divê ew pêvajo xwe bide nasîn, di gel xwe de bide naskirin, bide fêmkirin di wê çarçovê de erkek dikeve li ser milê Çapemeniya Azad û Çapemeniya Kurd ji ber wê yekê girîngiyeke wê heye. Niha Xwebûn jî dixwaze bi nivîskarê xwe, nûçeyên xwe, hevpeyvînên xwe wê xetê bişopîne û ji bo wê tekoşînekê dide.”
Medya Bal di dawiya axaftina xwe de qala bername û planên pêşiya Rojnameya Xwebûne kir û got: “Ew bernameyên ku salên borî dabû destpêkirin û niha sekinîne em ê hewl bidin di sala nû de bidin destpêkirin. Dîsa ji bo ziman pêş bikeve û zarok hîn zêdetir karibin têkiliya bi ziman re xurt bikin, li ser Înstagramê û li ser Tîktokê em ê hewl bidin bernamayên xwe bidin destpêkirin ku bikaribin wan jî tevlî ziman bikin. Her wiha ji bo serdema nû nivîskar tevlî me bibin, nivîskarên me yên dinivîsin dê berdewam bikin. Bi giştî ji bo sala nû em ê bi hêztir bibin.” AW/AMED







