Di xwepêşandana pêr êvarê ya li navçeya Ranyayê de nûçegihanê kanala Gelî Kurdistanê Huner Resûl jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, pêr êvarê xwepêşandanek li dijî hikûmetê hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Di nava xwepêşandanê de nûçegihanê kanala Gelî Kurdistan, Huner Resûl jiyana xwe ji dest da. Sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer, li ser hesabê xwe yê Facebook’ê diyar kir, Huner Resûl ji ber ku dilê wî sekiniye miriye.
Lê çavkaniyên ne fermî diyar kirin ku di dema aloziyê de kevirek li singa Huner ketiye û ji ber wê dilê wî sekiniye.

PDK´ê çalakî asteng kirin

Navenda çalakiyan, bajarê Silêmanî bi xwe bû. Welatiyan li vir ji bo hilweşandina hikûmeta heyî û avakirina yeke demkî xwepêşandanên girseyî li dar xistin. Li deverên di bin serweriya PDK´ê de, yanî li Hewlêr û Dihokê çalakî hatin astengkirin û bi dehan kes hatin girtin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Nifşê Nû ji bo hilweşandina hikûmeta heyî wê li seranserê Başûrê Kurdistanê bihata lidarxistin. Li Dihok û Hewlêrê asayîşê çalakî bi temamî asteng kir û bi dehan kes jî kirin nezaretê.
Li Parka Azadî ya Silêmaniyê jî bi heman armancê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanê de welatiyan dirûşmên li dijî hikûmetê gotin. Piştre jî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid axivî.
Şasiwar Ebdulwahid di axaftina xwe de daxwaz ji xwepêşanderan kir ku xwepêşandan bi awayek aştiyane werin lidarxistin. Her wiha daxwaz ji gel kir ku xwepêşandanên xwe dewam bikin. 

SILÊMANÎ