Rojnamevan Murat Kuseyrî yê li Swêdê, ji ber nexweşiya giran di 66 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwedê. 

Rojnamevan Kuseyrî ji ANF, Evrensel û rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîka re jî dinivîsî. Ew di gelek medyayên muxalîf de dixebitî ji ber tûmora di mêjî de li Stockholmê li nexweşxaneya ku lê derman dibû, doh, 30’ê Îlonê berê sibehê wefat kir.

Kuseyrî ji mêj li Ewrûpa bû, rewş û rojeva welatê xwe ji nêz ve dişopand, lê beriya bi demeke kurt ji ber nexweşiyê bêgav mabû ku xebatên xwe yên rojnamevaniyê bide sekinandin.

Rojnamevanê sosyalîst Kuseyrî bi salan xebateke bi dildarî kir. Li gorî Evrenselê, Kuseyrî qewêtî kiriye da ku merasîma cenaze neyê kirin û organên xwe bide.

Kuseyrî piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ji doza TKDP dihate dadgehkirin û ji ber wê dozê sirgûn bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN