Rojeva Komîteya Wezîran Ocalan e

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:21

  • Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derheqê biryara binpêkirina ‘’mafê hêviyê’’ ya DMME’yê ya têkilî Rêber Ocalan ku li ser Tirkiyê standibû dicive. Li ser banga rêxistinê mafê mirovan û hiqûqî Komîte piştî 3 salan bi rojeva ‘’mafê hêviyê’’ dicive. Tê payin biryara derheqê Tirkiyê were aşkerekirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa 17-19’ê Îlonê bi rojeva Rêber Ocalan wê bicive û biryara binpêkirina ‘’mafê hêviyê’’ ku DMME’yê li ser Tirkiyê derheqê doza Ocalan dabû piştî 3 salan dîsa binirxîne. 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 17-19’ê îlonê de bicive. Yek ji rojevên Komîteyê jî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo cezayê muebeda giran têkilî Rêber Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de ye. Rêxistinên maf û hiqûqê cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’an de û cara duyemîn jî di 31’ê tîrmeha 2024’an de serî li komîteyê dabûn û jê xwestibûn ku biryara binpêkirinê bicih bînin. Komîteyê 3 sal piştre biryar da ku mijarê bîne rojevê. 

DMME’yê biryara binpêkirinê ya derheqê Ocalan sala 2014’an dabû lê li gel vê jî dewleta Tirk di nav 10 salan de ti guhartinek nekir. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cara pêşî sala 2015’an ev mijar anîbû rojeva xwe lê dîsa jî derheqê biryara DMME’yê dewleta Tirk gaveke berbiçav neavêt.

Divê gav bêne avêtin
Rêxistinên maf û hiqûqê 26’ê Temûzê bi daxwaza ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê ‘bi lezgînî’ bîne rojeva xwe cara pêşî 26’ê Temûza 2021’an serî li Komîteya Wezîran dabû û li ser vê jî Komîteyê 30’yê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de mijara anîbû rojeva xwe. Komîteyê biryar dabû ku Tirkiye heta îlona 2022’yan gav biavêje û dîrok dabû. Lê belê di vê pêvajoyê de jî tu pêşketin çênebû.  

Tecrîd tine hesiband
Tirkiyeyê di hemû rapor û daxuyaniyên ku ragihand komîteyê de li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan û girtiyên din ji mafê hêviyê “muaf” tên girtin û binpêkirinên li Îmraliyê tune hesiband. 

Bila mewzûat biguhere
Di encama serlêdana rêxistinên civakî yên sivîl de Komîteyê biryar da ku biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkilî Ocalan carek din bîne rojeva xwe. Komîteyê daxuyand ku wê di civîna xwe ya 17-19’ê îlona 2024’an de biryara “Ocalan 2” ya DMME’yê bîn rojeva xwe. Li ser vê daxuyaniya Komîteyê, rêxistinên maf û hiqûqê bang li komîteyê kirin ku di warê pêkanîna biryarê de di mevzuatê de guhertinên pêwîst bike. 

Biryara derheqê Tirkiyê wê aşkere bibe
Tê payîn ku îro endamên komîteyê bicivin. Yek ji mijarên rojeva komîteyê jî biryara “binpêkirinê” ya der barê Ocalan de ye. Tê payîn ku komîte piştî civîna du rojan a biryara der barê Tirkiyeyê de eşkere bike.  MA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.