Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li çalakiya kampanya 'Destpêkê Edalet' a HDP'ê axivî û bal kişand ser zext û zordariya li Kurdan û hêzên demokrasiyê tê kirin. Ahmet Turk got, "Rejîmên zordar wê rojekê teqez hesabê bidin." 

Ahmet Turk li ser hewldanên tifaqa AKP-MHP'ê ya ji bo girtina partiyan axivî û got: Hewl didin HDPʼê bê bandor bikin, lê partî bê girtin jî em ê dest ji têkoşînê bernedin. Berê jî partî girtin bi kêr nayê. Têkoşînê her dewam bike.”

Ahmet Turk zora îro li zindanan şiband a 12'ê Îlonê û got: “Yên ku zext û zordariyê dikin wê rojekê teqez hesabê kiryarên xwe bidin."

Ahmet Turk bal kişand ser asta metirsîdar a tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîd gelan her kesî eleqedar dike: "Zexta li zindanan ne tenê li ser Kurdan e, her wiha li ser gelê Tirk ê alîgirê demokrasiyê û gelên din hemûyan e. 

Bi sedan endamên çapemeniyê, bi sedan parêzvanên demokrasiyê hatine girtin. Bêguman polîtîkaya tecrîdê, navê xwe yê siyasî feraseta veguherîna dîktatoriyê ye. Li gelek deverên cîhanê rejîmên tekperest û zordar hesabê kiryarên xwe dane. Eger hûn hurmetê nîşanî nasname, çand û baweriyên cuda nedin, hûn ê hingî dostaniya navbera gelan ji holê rakin. Ev yek wê zerarê bide gelên Tirkiyeyê jî."

ANF/ENQERE