Di demekê de ku li Herêma Kurdistanê mûçe di dema xwe de nayê dayîn, bazarên Herêmê vala bûne û ber bi demsala Zivistanê ve diçin û heta niha Hikûmeta Herêmê ti neft bi ser welatiyan de balav nekiriye, rojane tenê li sinorê bajaroka Serqela ya Germiyanê 25 ta 30 hezar bermîlên neftê ji bo Tirkiyeyê têne şandin.
Tenê li sinorê bîreneft a bajaroka Serqela ya girêdayî navçeya Kifrî ya Germiyanê, hezar û 200 tanker ji bo boriyên neftê yên Tirkiye ên li Herêma Kurdistanê neftê vediguhêzin.
31 gundên girêdayî Serqela hene. Bîrên wê yên neftê dikevin rojhilatê bajarok. Hejmara şêniyên bajarok zêdetirî 8 hezare.
Bîrên wê yên neftê bi ser çend bilokek de hatine dabeşkirin. Serqela Yek dikeve gundê Hesîre, Serqela Du dikeve navbera gundê Gerdelul-Melesure, Serqela Sê dikeve gundê Kewaçermu, Serqela Çar jî dikeve gundê Karêz.
Şîrketa neftê ya Rusî ya bi navê Gazprom li ser van bîran dixebite. Li beramberî dahata deverê û qirêjkirina jîngeha deverê de wek tê gotin xelkê van gundan wek karker li ser van bîran dixebitin. Ev bîrên neftê bûne sedem ku li gelek zeviyan de êdî çandinî neyê kirin.
ROJNEWS/GERMIYAN