Sê jinên endamên RJAK'ê ku li Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve hatin revandin, pênc roj in agahî ji wan nayê girtin.
Bi boneya salvegera 7’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), çû serdana Şengalê. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, li ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin revandin.
Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, pêr daxuyaniyek da û got; “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine girtin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê girtinê de jî ti agahiyek nehatiye dayîn. Rexistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî li gel Hikumeta Iraqê fermiye. Em weke rêxistinek jinan di warê civakî de kar dikin.”
Wijdan herî dawî bang li PDK’ê kir da ku di demek zû de kesên hatine revandin berde, ger neyên berdan ewê serî li rêyên din bidin. HEWLÊR