Kantona Şehbayê ya ku zêdetirî 200 hezar kesên ji Kantona Efrînê ya dagirkirî, lê weke pemnaber bi cih bûne, ber bi kareseteke mirovî ve diçe.
Li dijî 4 navçeyên Kantona Şehbayê Til Rifet, Ehres, Ehdas û Fafînê, hikûmeta Şamê siyaseta birçîkirinê dimeşîne. 5 kampên koçberên Efrînê jî ev in; Efrîn, Şehba, Veger, Serdem û Berxwedan.
Hikûmeta Şamê rêbir e
Di encama dorlêgirtina hikûmeta Şamê ya li dijî kantonê de, mazot ji ser kantonê qut bû ku bû sedem kehrebe (elektrîk) û înternêt jî qut bibin, her wiha xebatên xizmetguzariyê jî hemû rawestiyan.
Ji Adara 2018’an ve yanî piştî dagirkirina Efrînê, hikûmeta Şamê siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên Kantona Şehbayê û koçberên ji kantona dagirkirî ya Efrînê dimeşîne.
Beriya çend mehan, Firqeya 4`an destûr dida ku 15 sahrîcên mazotê bikevin kantonê, lê firqeyê 2 mehên dawîn, bi temamî rê li ber derbasbûna sahrîcên mazotê girt.
Ev rewş ji bo gazê lê ye; hikûmeta Şamê hejmara tûpên ku dikevin kantonê ji 28 hezaran daxist 10 hezar tûpan. Paşê nehişt bi temamî tûp bikevin kantonê.
Di encama vê dorpêçê de aliyên jiyanê yên kantonê hemû rawestiyan. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê vê dawiyê ji ber tinebûna mazota ji bo germkirinê, dewama dibistanan ji bo mehekê taloq kir. Desteyê da zanîn ku heger dorpêç bidome, ew ê dema girtina dibistanan dirêj bike.
Piştî ku bendên kontrolê yên hikûmeta Şamê bacên giran li erebeyên derbaskirina dermanan ber bi kantonê ve birrîn, şîrê zarokan jî qut bû û derman li navendên tenduristî û dermanxaneyan jî ber bi qutbûnê ve ne.
ANHA/ŞEHBA