Li Wanê leşkerên Tirk ên dagirker gule li M. Alî Nametogûllari reşandibûn. Hate ragihandin ku rewşa wî giran e. Bavê wî diyar kir ku kurê wî dema ji wesayîtê peya bûye destê xwe rakiriye û wexta ber bi leşkeran ve meşiyaye, leşkeran gulê lê reşandine. 

Li Rêya Hevrîşm a Wanê li qada qereqola Erçekê leşkerên Tirk li M. Alî Nametogûllari yê 20 salî gulle reşandibûn. Tedawiya Nametogûllari li nexweşxaneyê didome. Hate diyarkirin ku du gule li Nametogûllari ketine û rewşa wî giran e, û hê nehatiye ser hişê xwe. Heke di nava du rojan de rewşa wî ber bi başiyê ve neçe wê wî emeliyat bikin. Pişika wî xera bûye û wê têkeve emeliyateke gelekî bi rîsk.

Alî Nametogûllari yê li Taxa Kargali ya Seraya Wanê dijî, xwişka wî ya li Wanê jê re got min bibe nexweşxaneyê û ew jî berêvarî ber bi Wanê ve bi rê ket. Ji ber şewbê Nametogûllari nexwest di ber qereqolê re derbas bibe û xwest di rêyeke din de biçe Wanê. Leşkerên qereqola Erçekê ew dîtin û jê re gotin raweste. Nametogûllari dema ji wesayîtê daket, leşkeran gule li wî reşandin. Gule ji piştê ve li wî ket û ji sînga wî derket. Hate diyarkirin 3 parsûyên wî şikestine û pişika wî xisareke mezin dîtiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN