- Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser sibe ragihand ku sibe ew ê lîsteya namzetan aşkere bikin.
Ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku dê 11’yê Hezîranê werin pêk anîn, dema serlêdanê 21’yê Gulanê (2024) bi dawî bibû.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê di nava 3 rojên piştî bidawîbûna dema serlêdanan (22-23-24 Gulan) de, lîsteyên partî, rêxistin û serbixweyan lêkolîn kirin û îtîraz qebûl kirin.
Li gorî agahiyên ku rayedarên Komîseriya Bilind dane ANHA’yê, hemû îtîraz hatine girtin û lêkolînên dawî hatine kirin.
Rayedarên Komîseriya Bilind diyar kirin ku ew ê sibe bi daxuyaniyekê lîsteya namzetan eşkere bikin. ANHA