Bi dirûşmeya “Hêzên dewleta Tirk têk bibin û Sûriyeke pirreng û nenavendî ava bikin” Partiya Sûriya Paşerojê li gundewarên başûrê Reqayê meşek organîze kir.
Bi sedan şêniyên gundewarên başûrê Reqayê, rûspiyên eşîrên herêmê û endamên saziyên sivîl li ketina bajarokê Retla kom bûn da ku beşdarî xwepêşandanê bibin. Xwepêşandêr ber bi navenda Partiya Sûriya Paşerojê ya li Xeta El-Şamiyê li navenda bajarokê Retla ve çûn.
Li ber navenda Partiya Sûriya Paşerojê meş veguherî mîtîngê. Di axaftinên li vir de qisekeran qala êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê kirin û bêdengiya navneteweyî û helwesta Rûsyayê der barê rewşa Eyn Îsayê de şermezar kirin.
Qisekeran sûcên dagirkeriya Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dijî sivîlan weke kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Paşerojê Hevrîn Xelef û guhartina demografîk şermezar kirin.
ANHA/REQA