Melîh Bulu yê AKP’î ku beriya 6 mehan, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ew weke qeyûm tayîn kir, ji wezîfeya rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê hate girtin. Biryar di Rojnameya Fermî ya dewleta Tirk de hate weşandin.
Li dijî Bulu, ji roja tayînkirina wî ve xwendekar û akademîsyenan bi çalakiyan daxwaza îstifaya wî kir. Di van çalakiyên bi mehan de poplêsê Tirk gelek xwendekar kirin nezaretê û girtin.
Înîsiyatîfa Piştevaniya Bogazîçiyê ev peyam da: ”Ji roja destpêkê ve em dubare dikin ku berxwedana me ne li dijî kesan e, lê li dijî taylînkirinê û pergala qeyûm e. Têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman a li zanîngehan û şaredariyan bêtawîz wê dewam bike. Qeyûm hemû wê biçin.”
STENBOL