Rejîma Îranê 5 Kurd nebedî kirine

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:39

  • 5 Kurdên ku 10’ê Îlonê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin nebedî bûne. Kesek nizane bê ka Kurdên hatine destgîrkirin li kû derê ne û rewşa wan çawa ye.

Zext û zordariya rejîma Îranê ya li ser Kurdan didome. Li gor agahiyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, roja 10’ê Îlonê li Sine hêzên dewleta Îranê welatiyê bi navê Aram Sadiqî li ber derê dikana wî destgîr kirine û veguhestine navenda leşkerî ya Şehramfer a li Sineyê.
Li gor heman agahiyan, li Dîwandere jî hêzên dewleta Îranê 4 welatiyên Kurd ên bi navên Selah Fethî, Amanc Ehmedî, Manî Mihemedî û Poya hatine destgîrkirin.
Hat gotin ku heta niha jî çarenûsa her pênc kesên hatine desgîrkiriyan nediyar e. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.