• Pêr li bajarê Sine bi serdana serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li bajar tedbîrên tund yên ewlekariyê hatin girtin. Hemxewtî serdana Reîsî, li bajêr merasîma çilê şehîdbûna Ramîn Fethî pêk hat.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, girtin û kirina nezaretê ya xelkê, bê rawestîn dewam dike.

Pêr li bajarê Sine bi serdana serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re, li bajêr tedbîrên tund yên ewlekariyê hatin girtin. Hemxewtê serdana Reîsî, li bajêr merasîma çilê şehîdbûna Ramîn Fethî hebû. Fethî piştî hêzên rejîmê eew kiribûn enzaretê, bi êşkenceyê hatibû şehîdkirin. Li gel ku tedbîrên hişk ji bo serdana Reîsî hatibûn girtin û zextên rejîma Îranê ldijwartir bûn jî xwepêşanderan gav bi paş ve neavêt û çilrojiya şehîdbûna Ramîn Fethî jî veguherandin raperînê.

Li bajarên Urmiye û Kamyaran jî bi şêwazên cûda çalakiyan dewam kir û welatiyan nerazîbûna xwe nîşan da. 

 

Li Kurdistanê şideteke bêpîvan bi kar tînin

Li gorî agahiyan li Bokanê hêzeke zêde hatiye belavkirin, girtin û binçavkirina welatiyan ya li bajêr dewam dike. Xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, di xwepêşandanên du hefteyên bihurî de li Bokanê herî kêm 17 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û çarenûsa dehan kes jî nayê zanîn.

Li Tehranê xelk careke din daket qadan û bê navber dirûşmeyên dijî dewleta Îranê gotin. Li bajarê Zahîdan ji bo parastina kesayetê olî yê Beluç Mewlewî Ebdulhemîd çalakiyek hat lidarxistin û ew weke xeta sor hat îlankirin. Ji bo vê hejmareke zêde pasdar li bajêr hatine belavkirin.

Li bajarên Tehran, Tewrêz, Îsfehan, Bender Ebas, xwendekar li meydanan bûn. Her wiha li heman bajaran şofêr û karkeran greva xwe dewam kir û çalakî li dar xistin.

Greva giştî ya li ser banga partî û rêxistinên Kurdî li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî bi rêk û pêk dewam dike. 

 

Bi aqûbeta çar keçan nayê zanîn

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, girtin û wendakirinan, dewam dike. Aqûbeta bi sedan kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin, yan jî hêzên rejîmê ew xisine nezaretê, nayê zanîn. Di nava wan de gelek zarok jî hene. Li bajarê Dehgolana Rojhilat, aqûbeta 4 zarokên keç nayê zanîn. Malbatên 4 zarokên ku hêzên rejîmê ew beriya bi 2 hefteyan kiribûn nezaretê, dixwazin der barê zarokên xwe de agahiyan wergirin. Zarokên keç ên bi navê Kijan Karîmî, Bîta Sadaî, Aida Lotfî û Sheno Ehmediyan, di bin 18 salî de ne. Lê rayedarên rejîma Îranê ji malbatên wan re li ser aqûbeta wan ti agahiyê nade.

 

Gumana jêhrîkirinê heye

 

Li zanîngehên Îranê zêdeyî 2 mehan e ku çalakiyên protestoyî dewam dikin. Ew bi vîm awayî veguherîn navendên çalakiyan. Bi vê re jî, li zanîngehan bi xwarinê bi jehrî ketin, zêde bûye. Ev yek jî bi xelkê re gumanan çêdike. Piştî xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfehanê, Zanîngeha Xwarezmî Kerecê, Zanîngeha Allamah Tabatabai, vê carê jî xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Arakê ji ber xwarinê bi jehrî ketin.

Encûmenên Yekitiya Xwendekarên Îranê bûyer weke “bijehrîketina zincîrî” pênase kir, lê di medyaya dîjîtal de jî weke “Xwendekar bi qestî bi jehrî hatine xistin” tê belavkirin.

Hat ragihandin ku xwendekar ji ber nexweşî û nerehetiyên gêjbûn, xwêdana zêde, germahiya zêde ya laş, zikçûyîn û qelsiyê diçin nexweşxaneyan û bi sedan xwendekar ji ber xwarinê bi jehrî ketine. 

NAVENDA NÛÇEYAN