“Mala çavdêriya edaletê a Mezopotamya” (MOJUST) ku navenda wê li Swedê ye û “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê” (OHD) bi hevre xebateke hevpar meşandine û di dawiya xebata xwe de raporek parve kirine. Rapora wan derbarê rûxandina mezelên Kurdan de ye û derbare şerê Tirkiye ku li Kurdistanê dimeşîne de jî gelek agahiyên nû pêşkeş dike. Rapor bêhtir behsa bûyerên di navbera salên 2015 û 2020’an de qewimîne dike. Nexasim êrîşên li ser mezelên Kurdan yên Bakurê Kurdistanê.

Bi aweyekî sîstematîk li Kurdistanê dimeşîne

Ji bo raporê ev tişt tê gotin, “Ev rapor je ber du sedemên girîng tekane ye. Destpêkê ew li gel rojnameyên herêmî û navneteweyî, nûçeyên ajansên navneteweyî jî yên derbarê êrîşên dewleta Tirk ya li hember mezelên Kurdan berhev dike. Ya duyemîn, hewldana HDP’ê ya ku li parlementoyê dixwaze ev êrîşên dewleta Tirk yên bi awayekî sîstematîk bîne rojevê û di vê yekê de çawa israr dike nîşan dide.  

Agahiyên derbarê êrîşen dewleta Tirk yên li hember mezelên Kurdan û şerê Tirkiye yê ku bi aweyekî sîstematîk li Kurdistanê dimeşîne di vê lêkolînê de cî digirin û kesên bixwazin dikarin bi hêsanî xwe bigihînin encama raporê. Ji ber van sedeman ev rapor çavkaniyeke girîng e. Nexasim ji bo akademisyenên ku dixwazin derheqê êrîşen dewleta Tirk yên li hember Kurdan binivîsin dê bibe çavkaniyek baş. Bi vê yekê ve girêdayî dê ev rapor di warê xebatên Kurdî de jî valahiyekê dagire û bala gelek kesên din jî bikêşe. Ji lewre potansiyeleke raporê ya bi vî rengî heye.

Berî rejîma Erdogan û piştî vê

Ev rapor ji du beşan pêk tê. Beşa pêşî ya raporê, hem behsa polîtîkayên çewisandina Kurdan ya rejîma Kemalîst (ji sala 1923 heta 2002) hem jî behsa rejîma Erdogan (ji 2002’an heya îro) dike. Di beşa dûyem ya raporê de jî behsa êrîşên dewleta Tirk ya li hember mezelên Kurdan (navbera 2015 û 2020) dike. Derbarê şêrê sîstematîk yê dewleta Tirkiyê de hurgiliyên ku berê nehatine parvekirin pêşkeş dike.

Ji bo kopyaya raporê hûn dikarin ji e-peyama jêr re binivisînin; info@mojust.org’’

NAVENDA NÛÇEYAN