Xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, piştî ku pêr 6 welatiya jiyana xwe ji dest da û berpirsekî PDK'ê hat kuştin, îro jî li gelek navçeyan xwepêşandan hebûn. Li Ranye, Qeladiz, Dukan, Çemçemal, Seyîdsadiq û Komelgeha Pîremegrun bi sedan welatî careke din li dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê daketin kolanan.
Li Seyîdsadiq dijî nedana mûçe, nebûna derfetê kar û rewşa xirab ya herêmê xwepêşandan kirin. Li Seyid Sadiqê doh du welatiya jiyana xwe ji dest dabû.
Di xwepêşandana doh a li bajarokê Dukanê yê ser bi Silêmaniyê, di dema xwepêşandanê de welatiyekî ji ber derbên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.
PDK ji bo xwepêşandan nebin xelkê digire
Li Şêladizê PDK'ê ji eşîreta Rêkanî 10 kes girtin û kesek jî birîndar kir.
Li Şêladizê ya ser bi Dihokê pêr êvarê welatî ji bo nîşandana nerazîbûna ji gendelî û nedana mûçe kom bûn. Hê di destpêka kombûnê de çekdarên PDK’ê li navçeyê belav bûn, destwerdan xxelkê û 10 kesên ku bi pirranî ji eşîra Rêkanî ne, girtin. Wan kesek jî birîndar kir.
Birîndaran digirin
Tora Parastina Tendirustiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên di xwepêşandanan de birîndar bûne, li nexweşxwaneyê ji aliyê polîsan ve têne binçavkirin. Torê kirina hêzên polîsan weke kiryareke ne mirovane bi nav kir û şermezar kir: “Me di nava çend saetên dawî de bi fermî ev agahî bi rêxisitina Tenduristiya Cîhanê re parve kirine. Divê ti birîndarên li nexweşxaneyan têne derman kirin, neyên binçavkirin.”
SILÊMANÎ