MURAT MANG/HERFORD  

 

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafız Turhallı, ji bo dana cenazeyê şehîd Hakan Arslan di kîsekî de peyivî. Wî got, “Cihê vê di Îslamê de nîne. Îro roj divê mirov li ber zilma bi vî rengî rabe.”  

Ajansa Mezopotamyayê dîmen û wêneyên wê kêliyê parve kirin, gava ku rayedarên dagirkeriya Tirk, cenazeyê Hakan Arslan di kîsekî de dan destê bavê wî Alî Riza Arslan. Hakan Arslan beriya bi 7 salan di berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr a Amedê şehîd bûbû. Serokê CÎK’ê Hafız Turhalli ji bo vê yekê nerazîbûna xwe bi gotinên “Ev ne Îslam e” îfade kir. Turhalli ji Misilmanan hemûyan û ji Meleyên Kurdistanî hemûyan xwest hestyar bin û nerazîbûna xwe îfade bikin. Wî got, “Kesên ji xwe re dibêjin, ez Misilman im, beramberî zilma li Kurdên Misilman bêdeng in. Li şûna nerazîbûnê nîşan bidin, dibêjin, 'Qetilkirina Kurdan wacib e, ma û namûsa wan helal e'. Ev ne Misilmanî ye. Meleyên me, mirovên xwedî wicdan divê behsa vê zilmê bikin.”  

Wicdan û aqil mirine

Li ser zilma hatiye kirin jî Turhalli got, “Bi salan bajar bi bajar cenazeyên zarokên me digerînin û nadin malbatên wan. Piştre ji bo bibe îbret di nava kîs, qotiyên kartonî de hestûyên zarokên me didin malbatên wan. Ti kes aciz nabe û kes dengê xwe nake. Em halê hazir di nava civakekê de ne ku wicdan û aqlê wê miriye. Meleyên me, zaneyên me yên dînî di xutbeyan de divê behsa vê rewşê bikin.”

Serokê CÎK’ê Ahmet Turhalli got, kesên bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, hevparên vî sûcî ne û wiha peyivî: “Li hemberî van hevkaran divê em xwedî li hestûyên zarokên xwe derkevin. Misilmanî ne tenê nimêja li Mizgeftê ye. Divê mirov li ber qatilên malûman rabin. Kesên vê zilmê dikin, ti elaqeya wan bi Îslamê re nîne. Ev zilm sûcekî ji şirkê mezintir e. Bêdengiya me wan wêrek dike. Misilmanên bawermend ên hêja, roj ev roj e. Erka me ye ku em li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”