Li Polanyayê îsal ji ber ku avê da ser erdekî fireh û mezin gulberojan nehate çinîn. Gulberojên ku dendik girtibûn giş di erdê de man. Erdê ku havînê nahet çinîn, zivistanê bû warê çûkan. Çûkên birçî ref bi ref berê xwe didin nav vî erdê û zikê xwe li wir têr dikin. Qûtê salê îsal bû qismetê wan.
Mateusz Piesiak ev wêne girtiye û wêneyê wî di pêşbirka “Parastina Xwezayê” beşa “Jiyana Kovî” de bûye wêneyê dûyem.
NAVENDA NÛÇEYAN