QSD´ê 3 çeteyên DAIŞ`ê yên ku têkiliyên wan bi dewleta Tirk re hebûn, girtin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêr êvarê li gundewarên bakurê Dêra Zorê şaneyeke DAIŞ`ê girt.

Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya QSD´ê li ser malpera wê ya fermî, pêr êvarê QSD’ê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên bakurê Dêre Zorê girt û gelek çek û cebilxane, alavên peywendiyê, hin mayin û alavên teqemeniyê hatibûn amadekirin, desteser kirin.

Navendê got, “Şane ji 3 terorîstan pêk tê ku bi aliyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker re di nava têkiliyê de bûn. Her wiha belgeyên ku berpirsyariya wan di çend bûyerên kuştinê û teqînan de piştrast dikin, li ser bingeha perspektîfên wan aliyan, hatin desteserkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN