- Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî, dibêje wan rexneyên lazim li xwe girtine, nuqteyên xwe yên lawaz xurt kirine û bi amadekariyên mezin, artêşa Tirk xurt be jî êdî avantaj li aliyê wan e.
ERKAN GULBAHÇE
Dewleta Tirk ji 19´ê Mijdarê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî pêleke nû ya êrişan da destpêkirin. Di van lrişan de rojane carinan bi sedan êriş li dijî deverên şên, binezasiya xizmetguzariyê, heps û kampên DAIŞ´î lê girtî û baregehên hêzên cihê yên Rêveberiya Xweser hatin kirin. Ev êriş hîna jî dewam dikin. Pê re jî gefa delweta Tirk a êrişeke dagirkeriyê li dijî seranserê erdên Rêveberiya Xweser a dewleta Tirk heye. Li ser asta êrişan, amadekariyên beramberî êrişeke muhtemel a di erdê re ya li dijî Rojava, em bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re peyivîn. Ebdî got, rewşa siyasî ya beramberî Sûriyê guheriye, hêzên navneteweyî destûra êrişeke di erdê re nadin dewleta Tirk. Ew dibêje, dewleta Tirk êriş bike jî bi amadekariyên xwe, ew ê bibin xwediyê înîsiyatîfa şerî.
Dagirkeriya Tirk li Cerablûsê dest pê kir. Li Efrînê û Serêkaniyê dewam kir; gelo we muhasebeyeke vê ya leşkerî û siyasî kir? Lewma pêşî li dagirkeriyê nehat girtin.
Artêşa Tirk hêza duyemîn a NATO´yê ye. Helbet her kes bi vê dizane; dema mesele gelê Kurd e, ew tevahiya karîn, teknîk û hêza xwe, heya bi çekên qedexekirî bi awakî wehşî bi kar tîne. Jixwe, ji bo tinekirina hebûna Kurdî, ew ti cudahiyê naxin navbera sivîl û leşkeran. Terorkirina civaka Kurdî, bûye konsepteke di alfabeya siyaseta dewleta Tirk de. Lê belê, dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyedê [Girê Spî] ne tenê bi hêza dewleta Tirk pêk hatin. Li wir hevkariyeke cîhanî jî hebû. Rûsya û Emerîkayê destûr da û di encama lihevkirinên di asta serok-dewletên van welatan de, Tirkiyê cesareta zêdegaviyeke wiha kir. Ango di dagirkirina van bajaran de, ev welat jî berpirsyar in.
QSD´ê amadekariyên mezin kirin
Van salên bihurî, nirxandin û rexnedayîneke baş hat kirin. Di vê navberê de em gihiştin gelek encaman û me nuqteyên lawaziya xwe nirxandin. Di roja îroyîn de, em bawer dikin her çiqasî Artêşa Tirk xurt be jî, me amadekariyên mezin kirin û aliyên xwe yên xurt derxistin pêş. Êdî wê kefa mêzînê li aliyê me be.
Sedem çi bûn ku di warê siyasî û leşkerî de dagirkeriya dewleta Tirk a heyî neket ber lêpirsînê, zexta dîplomatîk û siyasî di vî warî de nekarî bê avakirin, û di warê leşkerî de gav nehatin avêtin?
Sûriye veguheriye qada şerekî navneteweyî. Li vir welatên navneteweyî û herêmî ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, di şer de ne. Dagirkirina bajarên me jî di encama lihevhatina berjewendiyên van welatan li ser hesabê gelê Kurd, pêk hat. Lewra dagirkerî nekete ber lêpirsînê. Jixwe, heger heta niha ew bajar nehatine rizgarkirin jî, sedema wê jî ev lehevhatina aliyên navneteweyî herêmî ye. Ango sedemên hiştin ku ev bajar dagir bibin, hîna ji holê ranebûne.
Lê belê, her diçe ew hevsengî xira dibin. Dagirkirina xaka Sûriyê bi destê Tirkiyê, bicihkirina komên Îslama tundraw di wan bajaran de û polîtîkaya faşîst a guherîna demografîk, êdî ti alî qebûl nake. Ev yek jî dihêle zemînê rizgarkirina van herêman ava bibe.
Hûn xwedî wê tecrûbeyê ne ku her dagirkeriya dewleta Tirk, qasidê dagirkeriyeke wê ya din e. Gelo tevî van gefên 3 salên dawiyê, we ji bo pêşîlêgirtinê hewl da, çi hewldanên we çêbûn?
Me hêzeke ku welatên cîran tehdîd bike, ava nekir. Berovajî vê, me sînorê van welatan ji DAIŞ rizgar kirin û xetereke mezin li ser van welatan û cîhanê bi tevahî ji holê rakir. Lê çavên dewleta Tirk bi vê rastiyê bar nebûn.
Erdogan di civîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li pêşiya cîhanê plana dagirkirina herêmên me eşkere kir û ji wir êriş birin ser Serêkaniyê û Til Ebyedê. Jixwe, me dizanibû ku ew plan wê bidome. Lewra di van 3 salên bihurî de, ji bo parastina ax û civaka xwe, me amadekariyên xweparastinê xurt kirin. Her wiha gelê xwe bi pêkhateyan hemûyan li gorî vê yekê bi rêxistin û amade kir. Ango me hêza xwe ya cewherî derxist holê û bi hêz kir.
Li aliyê din, rewşa siyasî jî êdî ne weke berê ye. Di van salên bihurî de gelek guherîn pêk hatin. Êdî ne tenê em; gelê Sûriyê û welatên destekê didin me jî dagirkeriyê qebûl nakin.
Ev 3 sal in, bênavber Tirkiye dixwaze êrişeke nû bîne ser herêmê. Erdogan gelek caran operesyona dagirkirina Kobanê, Minbic û Til Rifetê îlan kir, lê nedikaribûn gavekê jî biavêje.
Gelek pêkhateyên we hene, lê pişta we ya esasî hêzên YPG/YPJ´ê ne. Gelo, gava Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Rûsya hefsarê artêşa Tirk berdin, wê mumkin be ku hûn wê bisekinînin?
Baweriya me ya mezin bi cewherê hêza me û gelê me heye. Teqeze, me ji salên bihûrî dersên pêwîst derxistin û li gorî wê parastina xwe xurt kir. Ev ne tenê di warê leşkerî de pêk hat, hevgirtina civakî û yekîtiya pêkhateyên herêmê roleke xwe ya mezin hebû. Di van 12 rojên bihurî de, ev rastî derket holê.
Dîsa, êdî ne hêsan e, Tirkiye nikare hema biryarê bide, ber bi herêmên me ve zêdegaviyê bike. Hefteya bihurî me dît ku aktorên sereke li Sûriyê – Emerîka û Rûsya- jî vê gavê qebûl nakin.
Di kombûna NY´ê ya taybet ji bo Sûriyê de jî welatên endam hemûyan nerazîbûna xwe ji dagirkeriya Tirk eşkere kir. Derket holê ku Erdogan û dewleta Tirk bi tenê hatine hiştin û tevî hewldan û bazarên xwe hemûyan jî nikaribûn erêkirina welatekî jî wergirin.
Van deh rojên dawiyê, gelek spekulasyon hatin kirin li ser têkiliyên we yên bi Rûsya û DYE´yê re û hevdîtinên we bi wan re. Gelo hûn dikarin behsa van hevdîtinan bikin, helwêsta aliyên hemberê we çi bû?
Piştî hewldanên 3 salan, Erdogan îcar armanc kir ku me bi teqîna Stenbolê sûcdar bike û bi vê hincetê dagirkeriyê rewa bike. Li aliyê din xwest ku sûdê ji rola Tirkiye di şerê Rûsya-Ukraynayê de bigire û cîhanê ibtîzaz bike. Jixwe, bikaranîna karta astengkirina endametiya NATO´yê ya Swêd û Finlandayê jî li holê ye.
Tevî hemû bazarên Tirkiyê, dîsa helwestên van welatan li dijî operesyoneke bejahî bûn. Helwestên dijber û xurt li ser asta saziyên van welatan hebûn. Lê em hîna jî têrker nabînin. Nexasim, Erdogan ji bo bibe desthilat, wê hewldanên xwe bidomîne, heta mumkin e macereyeke dînane jî bike. Lewra me ji wan welatan doza helwestên xurt û domdar kir. Heta ku Erdogan bigihîje qenaeta ku ziyanên êrişeke wiha wê ji sûdên wê zêdetir bin.
Gelo weke lîdertiya leşkerî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî, we gelê xwe û raya giştî ya navneteweyî têra xwe agahdar kiriye?
Rayedar û berpirsên Rêveberiya Xweser, Asayîş û QSD bê navber bi gelê herêmê re objektîf û zelal bûn. Ji kêliya yekê ya êrişên hewayî heta vê deqeyê, agahdarî hene. Bersiva gelê me û helwêsta wî jî cihê serbilindiyê bû. Li kîjan welatî hatiye dîtin bajar bên bombebarandin û gelê wî pişta hêzên xwe terk neke! Ev bersiva civakî, hewldana dijmin pûç kir.
Her wiha xwedîderketin û baldariyeke cîhanî ji doza vî gelî re jî hat dîtin. Ragihandina Kurdî, Erebî û cîhanî kêlî bi kêlî rewş dişopand û dinirxand. Lê teqeze, ev ne têrker e, divê em van hewldanên xwe motîvekirina gelê xwe û raya gîştî ya cîhanê ranewestînin, heta bigihîjin encama sekinandina van êrişan.
Gava em berê xwe didin êrişên dewleta Tirk ên van deh rojên dawiyê, ji bilî baregeheke YAT´ê, wan bêhtir êrişî tesîsên kehrebe, gaz, petrol, nexweşxane, kewar û sîloyên dexl û deverên şên kiriye. Di nava 24 saetan de êrişî bêhtirî 90 cihên şên kirin. Ji bo we, ev îşaret bi stratejî û manewrayên taktîk ên çawa dike?
Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP-MHP ya faşîst gihiştine nefesa xwe ya dawiyê. Dizanin ku siyaseta wan ji aliyê gelê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Dîtin ku li Zapê bi ser neketin, lewra ji bo desthilatê bi dest bixin, ew ê bi her tiştî rabin. Lewra em li benda êrişeke wiha giran bûn.
QSD di ber cîhanê de şerê li dijî DAIŞ´ê kir û serketinên mezin bi dest xistin. Dewleta Tirk xwest bi êrişên ku birin ser Holê û Yekîneyên YAT´ê ya ku Koalîsyo wê perwerde dike, vê xebata hevbeş asteng bike. Lê bi vê gavê, ne tenê me, lê cîhanê hemûyî dike bin xetera vegera DAIŞ´ê.
2 armancên van êrişan hebûn; gelê me bitirsînin û herêmê vala bikin. Her wiha bi operesyona asîmanî re hêzên me şok bikin û piştre operesyona bejahî dest pê bikin.
Li herêma we qederê 5 milyon mirovî hene. Niha li vê destpêka zivistanê êrişeke ji erdê ve dibe ku biqewime. Gelo li dijî vê êrişa muhtemel a ji erdê ve, we karî rêxistina seferberkirin û birêxistinbûnê têra xwe bikin? Helwêsta van rojan çawa bû?
Rastiyeke di van rojên dawiyê de derket pêş, gelê me helwêsteke berxwedêr derxist û li hêzên xwe xwedî derket. Ji xwe amadekariyên ku ev 3 sal in hêzên me dikin, pozîsyona wan xurt kir. Dewleta Tirk 50 balafirên şer bikar anîn, lê nekaribû li Kobanê û Minbicê şervanekî me şehîd an jî birîdar bike. Li deverên din jî berê xwe dan sivîlan. Balafirên F16 ji Tirkiye rabûn û sivîlên me kirin hedef.
Hat fêmkirin ku hêzên me ji şerekî wiha re amade ne. Dikarin xwe di bin derbên balafiran de jî biparêzin. Ev jî baweriyê dide, heger şerek rû bide, encamên xwe wê cûda bin û Tirkiye wê nikaribe serketinekê bi dest bixe. Rast e, heger israr bike, dewleta Tirk wê şer bide destpêkirin, lê bidawîkirina wî şerî wê di destê hêzên me de be.