Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Adil Osman der barê nebûna helwêsta hikûmet û muxalefeta Başûrê Kurdistanê de got, ti demê xelkê başûrê Kurdistanê li ber êriş û dagirkeran bê helwêst nemaye, desthilat û muxalefetên heyî yên ku şirîkê desthilatê ne, bi rengên cuda pêşiya gel digirin.

Çavdêrê Siyasî Adil Osman got, “Dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşeke tinekirin û qirkirinê li ser gerîla û Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Her cure çekên qedexe û heta çeka nûkleer a taktîkî jî bi kar tîne. Hêzên gerîla karî van êrîişan têk bibe, rawestîne. Dewleta Tirk gêj bûye, ji bo serketineke piçûk jî bi dest bixe, êrişê dibe ser her kom û hêzeke Kurdî û Kurdan tev.

 

Dagirkeriyê rewa nişan didin  

Osman helwêsta hikûmeta Başûr jî got, “Dewleta Tirk dixwaze destketiyên li Başûrê Kurdistanê tine bike û bi temamî Başûr dagir bike. Mixabin a nexweş ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdsitan û partiyên siyasî li ser yekîtiya neteweyî kar nakin. Qetlîam û komkujiyên dewleta Tirk rewa nîşan didin û li ber çavê xelkê jî şîrîn dikin. Ev yek bandorê li ser qada navneteweyî jî dike.” 

Çavdêrê Siyasî Adil Osman wiha dewam kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên Başûr êrişî civakê jî dikin. Rê nadin civak dengê xwe bilind bike. Bi rêyên hiqûqî, leşkerî û siyasî li ber helwêstên gel disekinin. A rastî, dile xelkê Başûrê Kurdistanê tim bi şoreş û serhildanan re ye. Lê rê nadinê.”

ANF/SILÊMANIYE