- Çomanî: Herçend di pratîkê de xuya nebe jî, PDK beşek ji vî şerî ye. Ji ber ku PDK´ê rê xweş kiriye ji bo dewleta Tirk. Em li medyaya PDK´ê binihêrin, mesela Rûdaw û Kurdistan 24 bi temamî di xizmeta dewleta Tirk de ne.
LUQMAN GULDIVÊ
Rojnamevan, analîstê siyasî û lêkolîner Kemal Çomanî ku yek ji wan kesan e ku siyaseta Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, li ser siyaseta Herêma Başûrê Kurdistanê ji me re peyivî. Çomanî niha serredaktorê weşaneke nûçeyan a serbixwe a bi navê Kurdistan Times e. Bi ya wî li Herêma Kurdistanê desthilateke otorîter a du partiyan dirust bûye, û yan wê ji ber xwepêşandanan yan jî bi şidetê biçe. Ew dibêje, dewleta Tirk hêza herêmî ya herî xurt e ku tesîrê li siyaseta hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dike.
Siyaseta Başûrê Kurdistanê di navbera Bexda, Enqere, Tehran û Washingtonê de yeke çawa ye?
Dema em behsa Siyaseta Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê (KRG) dikin, divê li bîra me be ku siyaseteke wê ya yekgirtî nîne. Ji ber ku piştî şerê naxweyî yê di navbera PDK û Yekîtî de Peymana Washington çêbû sala 1998´an û ji sala 2003´yan ve erê rast e hikûmeteke me heye; carinan YNK û PDK, carinan YNK, PDK û Îslamî, weke niha jî YNK, PDK, Gorran û partiyên Îslamî. Lê belê ti carî ev hikûmet ne xwedî siyaseteke yekgirtî bû.
Lê belê gava ku em li ber çavan bigirin ku PDK hem berê û hem niha hêza sereke ye, û paytexta herêmê di bin destê wê de ye, heta radeyekê wê dikarî xwe li ser siyasetê herêma Kurdistanê bisepîne. Gava em li Bexdayê binihêrin, ji wê roja ku destûra Iraqê hatiye nivîsîn û vir ve, dîtineke din li herêma Kurdistanê hebû, nexasim piştî ku neft li Herêma Kurdistanê hat derxistin. Propagandaya PDK´ê ew bû ku herêma Kurdistanê di warê siyasî û aborî de serbixwe be. Lê belê YNK û nexasim Celal Talabanî û partiyên din dixwestin bi Iraqê re destûreke demokratîk dirust bikin. Wan digot, divê em di warê aborî, siyasî, civakî û dîplomasî de sûdê ji Iraqê wergirin. Ev cihêtiya PDK û YNK´ê di siyaseta ligel Bexdayê de heye.
Di siyaseta ligel Tirkiyeyê de rewş çawa ye?
Lê herçî siyaseta bi Tirkiyeyê re ye, dîsa nihêrîneke PDK û Yekgirtû ku hêzeke Ixwanî ye, heye. PDK û Yekgirtûy Îslamî li ser wê yekê hemfikr in ku divê peywendiyên bi Tirkiyê re û nexasim bi AKP´ê re xurt bin. Rast e, YNK û Gorran û partiyên din û xelkê herêmê ne li dijî peywendiyên dostane ligel Tirkiyeyê ne. Lê belê ew li dij in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve xizmeta Tirkiyeyê ji bo wê yekê ku Tirkiye tevahiya aboriya herêmê kontrol bike, hem nefta herêma Kurdistanê bi temamî kontrol bike û hem jî peymaneke 50 salan heye.
Herçî xelk, medya û pisporên siyaseta neftê ne, ew li dij in ku herêma Kurdistanê bi tenê di ser Tirkiyeyê re neftê bifiroşe. Lewma hingê tu dibî weke komara mûzê. Tenê berhemeke te heye û tenê rêyeke te heye, ew jî di dewletekê re derbas dibe ku dostê te nîne. Ew tenê te weke baxçeyê paş ji bo berfirehkirin û zexmkirina berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Herçî têkiliyên bi Emerîkayê re ne, hêz hemû li serê bi tifaq in ku divê siyaseta wan yeke "pêşketî" be, yeke wisa be ku Emerîka ligel wan be. Bê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, ne hikûmeta herêmê dirust dibû, ne jî dikarî dewam bikira li herêmeke ku neyaran dor lêgirtiye.
Em Tehranê ji bîr nekin...
Herçî Îran e, peywendiyên PDK û YNK herduyan timî pê re baş bûn û niha jî baş in. Ji bo Îranê PDK û YNK du hêz in ku pêwîst e her li herêmê bimînin, lewma, her guhertineke pêşverû, ber bi demokrasî, xweşhaliyê ve Îranê ditirsîne. Îran siyaset û rêveberên YNK û PDK´ê pirr baş nas dike. Di dîrokê de jî PDK û YNK li Îranê mane, ji Îranê sûd wergirtine, ji Îranê pere û sîleh wergirtine. Tevî Îranê şerê Iraqê kirine, ligel Îranê şerê hêzên Rojhilatê Kurdistanê kirine.
Xelkê herêmê dilxweş nîne bi vê siyasetê. Em divên li ser siyaseta herêmê bi Enqere, Tehran, Bexda de gotineke me hebe da ku, heke ev siyaset nekeve xizmeta beşên din ên Kurdistanê jî, qet nebe bila li dijî Kurdên parçeyên din bi kar neyê anîn.
Ev siyaseta hanê xizmeta Kurdistanê neke ya kê dike?
Ji sala 1991´ê ve du hêz desthilat in, ev jî PDK û YNK ne. Tevahiya siyaseta van partiyan, ji aborî, perwerde, dînî heta bi ya çandî di xizmeta zumreyeke piçûk a di nava PDK û YNK´ê de ye. Ev zumre tevahiya dewlemendî û sermayeya vî welatî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Weke nimûne, Nêçîrvan Barzanî jî heta 1991´ê li çiyan geriyaye, weke her kesî ye. Lê piştî 1991´ê ev guherî; tenê erdên ku ji bo mala xwe dagirkirî li Hewlêrê, îro qîmetê wan bêhtirî milyar dolarî ye. Lê belê ka rewşa welatiyan çawa ye. Niha mamosteyek nikare kiriya xaniyê xwe bide.
Li cem me dabeşbûnek heye, li aliyekî ji sedî 99 û li aliyê din ji sedî 1. Ev ji sedî 1, di warê siyasî, aborî û civakî de mafê tevahiya ji sedî 99´î ji bo xwe biriye û wî ji sedî 99´î di warê siyasî, aborî û civakî de diçewisîne.
Dewleta Tirk çawa tesîr dike li siyaseta Başûr?
Tesîra dewleta Tirk li ser tevahiya siyaseta Herêma Kurdistanê heye. Di warê aborî de ew hem weke dewleta Tirk û hem weke AKP, bazara herêma Kurdistanê kontrol dike û rêya firotina nefta wê jî. Ew şirketên li Kurdistanê jî gelek ji wan nêzî AKP û Erdogan in. Ev ji herêma Kurdistanê qezenceke mezin dikin. Di warê eskerî de dewleta Tirk herêmê bi kar tîne da ku li berjewendiyên Kurdên Tirkiyeyê bixe. Niha 30 baregehên eskerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Niha jî em dibînin, dewleta Tirk li ser erdê herêmê êrişî PKK´ê dike. Tevî ku dewleta Iraqê li dijî van êrişan helwêst diyar kiriye jî, herêma Kurdistanê ti helwêst nîşan nedaye. Herçend di pratîkê de xuya nebe jî, PDK beşek ji vî şerî ye. Ji ber ku PDK´ê rê xweş kiriye ji bo dewleta Tirk. Em li medyaya PDK´ê binihêrin, mesela Rûdaw û Kurdistan 24 bi temamî di xizmeta dewleta Tirk de ne. Em behsa Yekgirtû (-y Îslamî) jî bikin. Ew gelekî di bin tesîra Tirkiyeyê de ye, beriya wê jî tesîra Fethulah Gulen gelek bû li ser siyaseta herêma Kurdistanê. Tesîra dewleta Tirk li ser YNK´ê jî pirr e. Lewma YNK dixwaze sûdê wergire ji nefta di ser Tirkiyeyê re tê firotin. Ji ber wê jî YNK´ê li herêmên xwe tevahiya çalakiyên rêxistinên nêzî PKK´ê qedexe kirin. Ji ber wê jî li wê hawîrdorê, Tirkiye dewleta herî bi hêz e li ser siyaseta Herêma Kurdistanê.
Tehran bandora xwe ya li ser siyaseta Başûr çawa misoger dike?
Îran jî tesîreke mezin dike li ser siyaseta Herêma Kurdistanê. Weke nimûne, serokkomarê Iraqê divê Kurd be, lê Îran li dijî be, ew kes nikare bibe serokkomarê Iraqê. Wekî din di dema hilbijartinan de Îranê dest werda ji bo berjewendiyên YNK´ê li Silêmanî. Mesûd Barzanî di dema êrişa DAIŞ´ê li dijî Hewlêrê de banga alîkariyê li Tirkiye û Erdogan kir, lê bersiv nehat; Îranê bersiv da ji ber ku wê DAIŞ ji bo xwe û Iraqê jî tehlûke dizanî. Lê di meseleya Kerkûkê de Îranê bi YNK´ê re li hev kir, lê ev lihevkirin gelekî xirab şikest. Di encamê de herêma Kurdistanê pirraniya wan deverên bi nakok ji dest dan. Îran dest werdide karên navxweyî yên Yekîtiyê jî. Îran wekî din bipêşketina hêzeke demokratîk li herêma Kurdistanê qebûl nake. Ew vê ji bo xwe tehlûke dibîne. Wekî din Îran wan hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê ji 1991´ê ve bi cih bûne, dike armanca êrişên xwe yên terorê.
Ma nerazîbûna xelkê a ji vê tesîrê û ji vê siyasetê nîne?
Li hemberî siyaseta PDK û YNK´ê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, timûdaim nerazîbûn hebû. Carinan vê tesîr kir û carinan jî tesîr nekir. Bi awayekî giştî, tevî vê jî PDK û YNK´ê çi dixwest, ew kir. Ji ber wê jî em gihîştine qonaxekê ku sîstemeke otorîter li Herêma Kurdistanê dirust bûye. Çendî nerazîbûn li dijî siyaseta YNK û PDK´ê hebe jî, mixabin vê nerazîbûnê nekarî rewşê biguhere. Bi kurtî em bibêjin, PDK û YNK wiha dihizirin ku ew bi rêya neftê dikarin xwe bisepînin, û bi rêya neftê wan xwe bi rêxistin kiriye, milîsên wan, çapemeniya wan û dezgehên ragihandin, perwerde û xwendinê hemû hene. Bi min wiha ye ku ew weke dewletên din ên ku xwe disipêrin neftê, wê desthilata xwe ya otorîter bisepînin, xelk jî wê bi nerazîbûn û teslîmnebûna xwe dewam bike. Heta wê rojê ku weke Misr yan jî Tûnisê bi rêya xwepêşandanan biguhere, desthilatiya otorîter biqeşite û biçe. Yan jî mixabin bigihîje wê qonaxê ku xelk hew tehemûl bike, biteqe û bi şidetê rewşê biguhere.