Meclîsa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Babê 12 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 10 çeteyên wê hatine kuştin.
Meclîsa Leşkerî ya Babê têkildarî çalakiya bersivdayînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Yaşlî yê herêma Babê ya dagirkirî, daxuyaniyek da.
Meclîsê ragihand ku çalakiya li dijî qereqola gundê Yaşlî bi serketî hate kirin, her wiha bi ser 3 çeperên dijmin de hat girtin û bi xurtî li qereqol û nuqteyên derdorê hat xistin.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “19’ê Tebaxê di encama êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de Endama Konseya Leşkerî ya QSD’ê û YPJ’ê hevrê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn. Her wiha di heman rojê de li ser rêka Elî Fero di encama lêdana seyarê, Endamê Fermandariya Konseya YPG’ê hevrê Rênas Roj şehîd bû.
Her wiha di vê pêvajoyê de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên me bênavber dewam kirin û di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van êrişan de her wiha zerereke mezin gihîşt mal û zeviyên sivîlan.”
Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku li hember van êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk, hêzên wan çalakiyeke bersivdayînê ya xurt bi awayekî serketî pêk anîye û ev agahî dan:
“Li ser vî esasî 7’ê Îlona 2021’ê hêzên me qereqola Gundê Yaşlî yê Babê kir hedef, li vê qereqolê 60 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê dimînin. Her wiha hêzên me bi ser 3 çeperên dijmin de girt. Her wiha qereqol û çend nuqteyên din yên ku parastina wê dikirin, bi armanca bersivdayînê bûn hedef û bi awayekî bibandor derb li wan hatin xistin.
Şervanên Babê 22 dagirker kuştin
Çalakiyê bi teqemeniyeke bi bandor dest pê kir. Di encama vê çalakiyê de beşekî mezin yê avahiya qereqolê, maşîneyên zirxî û çeper hatine îmhakirin. Her weha mewzî, wesayîtên zirxî û çekên giran yên qereqolên derdorê ku parastina wê dikirin jî bi awayekî bibandor hatin lêdan û derbeyeke mezin li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hat xistin.
Di vê çalakiya bersivdayînê de bi qasî ku me tespît kir, encam wiha ne:
12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 jê giran bi giştî 11 leşkerên Tirk birîndar bûn.
10 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.
Her wiha 3 panzêr û 2 wesayîtên kîrpî yên dijmin û gelek avahî, mewzî, çekên giran, wesayît û alavên leşkerî jî hatin îmhakirin û şewitandin.
Di encama vê çalakiya bersivdayînê de hevalekî me birîndar bû û şervanên me yên çalakî kirine, bi awayekî serketî vegeriyan baregehên xwe.
Parastina herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê û gelê vê herêmê û nirxê wê, erkeke me ya esasî ye. Em êrişî ti hêz û welatên din nakin, lê belê dema êrişên li dijî gelê me, herêma me û şervanên me çêbibin, ji bo parastinê ti caran em dudilî nabin û ev mafekî gerdûnî yê rewa ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN