- Dewleta Tirk pêşî Nestûtiyên Colemêrgê qir kirin paşê jî li ser dêrên wan qereqol çêkirin. Lêkoler Derwêş Aydin dibêje: Dewletê jî bi talanê ew xira kir. Îro jî bi dehan kîtabe hene ku rehîn in. Hem ew kirin der û hem jî dîroka wan desteser kirin.
ERDAL BAZ / COLEMÊRG
Lêkoler Derwêş Aydin li ser Nestûriyan lêkolînan dike û bi vê armancê li Hekariya dîrokî hemûyî geriyaye. Nestûrî mezhebeke Îsewî ye ku Îsa ne weke Xwedê, lê weke mirovekî xwedî xisletên xwedayî dibîne. Sedsala 5´an derketiye holê. Derwêş Aydin dibêje, "Navê mezhebê ji serek metranê wê sedsalê, patrîkê Stenbolê Nestoriyûs tê. Ji ber fikra xwe Nastoriyûs sirgûnî çolên Lîbyayê hatiye kirin. Sasaniyan ji bo Bîzansê qels bikin, destek dane vê mezhebê.“
Nestûrîtî li Hekariyê di sedsala 17´an de belav dibe: “Di sedsala 17’an de Nestûrîtî navenda xwe dibe gundê Koçanîs ê ser bi navenda Colemêrgê. Ev gund 256 salan dibe navenda dînî ya Nestûriyan. Serekê dînî û dinyewî yê Nestûriyan Mer Şemûn karên dînî û rêveberiyê ji Koçanîsê dikirin. Di dema qirkirina Ermaneyan de Ittîhad û Teraqqiyê Nestûrî qir kirin. Ew Kurd û Nestûriyan jî bera hev didin û xelayek tesîrê li deverê dike. Colemêrg bi temamî bê mirov dimîne. Nestûrî û Kurdên sax mayî xwe disipêrin Iraqê."
Kurd û Nestûrî berdan hev
Derwêş Aydin bi bîr dixe ku 7´ê Tebaxa 1924´an waliyê komara Tirk Halil Rifat, tevî fermandarê cendermeyan ê bajêr Bînbaşî Huseyin berê xwe dide Çelê. Li Zozanên Xanê şerê Nestûriyan dikin. Nestûrî eskeran û efserekî dikujin, Walî jî êsîr dikin. Piştre walî tevî êşîrên Kurd ên Misilman bi ser deverlê de digire û Nestûriyan bi temamî ji Colemêrgê dikin der û li peywan "dîrokeke winda, bi sedan gund û dêr" dimînin.
Bêqîmet kir û talan kir
Dewleta Tirk, ev dêr bêqîmet kirin, gelek jê kirin axur, li ser hinan jî qereqol hatin avakirin: "Qereqola Zapê ya li nav eqarên gundê Dezê, li ser manastira herî mezin a deverê hatiye avakirin. Dîroka dêrê pêşî tê talankirin, kevirên wê diavêjin çemê Zê. Li Çelê, li nava qereqola Gêman dêreke terikandî heye. Ti agahî nîne ka ev dêr çawa tê bikaranîn."
Derwêş Aydin behsa Manastira Mar Şalîta jî dike. Ew dibêje, Mar Şalîta dêra herç kevin a Nestûriyan e li Colemêrgê: "Yek ji dêrên herî muhim ên mesîhiyan e. Heta beriya bi 20-30 salan jî ev der li ser xwe bû. Gundê lê xwedî derdiketin.
Lê piştre defînegeran ew xira kir. Dewletê jî bi talanê ew xira kir. Îro jî bi dehan kîtabe hene ku rehîn in. Hem ew kirin der û hem jî dîroka wan desteser kirin”.